1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwezaparêz: Em dê di demek nêz de li Cudiyê daran biçînin
Xwezaparêz: Em dê di demek nêz de li Cudiyê daran biçînin,xwezaparêz,em,dê,di,demek,nêz,de,li,cudiyê,daran,biçînin

Xwezaparêz: Em dê di demek nêz de li Cudiyê daran biçînin

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Li rojavayê Tirkiye ji bo rantê komkujiya xwezayê pêk tê li ser erdnîgariya kurdan jî di bin navê "têkoşîna bi terorê" komkujiya xwezayê pêk tê. Xwezaparêzan got şewitandina daristanan sûcê mirovahiyê ye. Ji Parastina Bajar a Stenbolê Denîz Ozgur got, "Em dixwazin di demek herî kin de li Cudî daran biçînin."

Erdnîgariya Kurdistanê ya di salên 1990'î de bû hedefa dewletê careke din bi konsepta şer bû hedef. Li Kurdistanê piranî bi gulebaran û topbarana leşkeran bi sedan hektar qada daristanan şewitandin û di nava mehekê de daristanên Geliyê Godernê, Cudî, Dersim, Lîcê hatin şewitandin. Di encama şewatên dewlet tu mudaxeleyê lê nake ligel daristanan bi dehan sewal jî telefbûn.

Parazvanê Bajar ê Stenbolê Denîz Ozgur diyar kir ku bi îlana şer a li Kurdistanê daristan tên tunekirin û ev yêk bêperwebûna hikûmetê ye. Ozgur anî ziman ku dewlet û TSK bûne hêzek xirabkirinê û wiha got: "Ev yêk di talankirina xweza, komkujiya hawirdorê û tarîbatan daristanan de derdikeve holê." Ozgur anî ziman ku li rojavayê Tirkiyeyê ekolojî ji bo rantê tê texrîpkirin li Kurdistanê jî di bin navê "têkoşîna bi terorê" dikin.

'Di demekî herî kin de me dixwazin biçin Cudî û daran biçînin'

Ozgur da zanîn ku ekosîstem tevahiya erdnîgariyê ye û destûrê nadin desthilatdar vê yekê xirab bikin. Ozgur bilêv kir ku di êrîşa li hemberî Baxçeyên Hewselê de refleksa paratinê nîşandan û divê li hemberî şewatên daristanê jî heman refleks bê nîşanda û wiha got: "Ji ber ku eko-sîstem tevahî ye. Ziman û neteweya wê tuneye. Em dixwazin di demek herî kin de bên Silopiyê û daran biçînin."

'Li hemberî texrîbata xwezayê parastina cewherî şert e'

Ozgur bilêv kir ku di pela şer û êrîşan de hemû zîndewar tên qetilkirin û incax bi parastina cewherî dikarin van êrîşan berteraf bikin. Ozgur destnîşan kir ku ji bo paratina hemû daristanên Tirkiyeyê divê heman paratin pêk bê û wiha axivî: "Divê li hemberî êrîşên xweza û jiyanê gel derst bi tevgerê bike û pêşiya vê yekê bigire. Ji bo jiyana xwe mirov çawa xwe diparêzin divê heman tişt ji bo xwezayê jî pêk bê."

'TSK bi çavsorî êrîşê dike'

Ji Komeleya Azadiya Yeryüzü Burak Ozguner jî diyar kir ku dewlet bi çavsorî mirov û xwezayê qetil dike û komkujiyên xwezayê yên li Kurdistanê bi zanebûn tên derxistin. Ozguner anî ziman ku derbeyê li jiyana zîndî didin û balafirên şer ên li herêmê radibin weke "çavsor" nirxand û wiha axivî: "TSK'ê bi salan bombebaran kirin û her der şewitandin. Bi bombebaranên nû bi çavsoriyekî dijwar êrîşê dikin. Divê demildest bombebaran rawestin. Dewlet bi awayekî fermî lîstikê dilîze.Tu hincetên operasyonên tunene."

'Em dê derbarê berpirsiyarên konsepta şer de doz vebikin'

Ozguner da zanîn ku li hemberî konsepta şer ên hemû zîndiyan tune dikin bi parêzvanên mafên mirovan serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bidin û derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hem û aktorên şer dozê vebikin.

'Medya bêdeng e'

Ozguner bilêv kir ku divê texrîbata ekolojîk ya dewlet dike bê teşhîrkirin lê medya di vê mijarê de bêdeng e û raya giştî dixapîne. Ozguner destnîşan kir ku Wezareta Karên Av û Daristanê li şuna parastina xwezayê bi armanca hebûna rantê tevdigere û wiha axivî: "Hişmendiyekî wisa mirov dê bikuje, sewalan jî dê bikuje û dê tecawizê li xwezayê jî bike."

'Armanca bêdaristina hiştin bêmirov hiştin e'

Endama Komeleya Xweşikbûn û Parastina Parqa Gezî ya Taksîmê Mevhîbe Gozcelîoglu jî diyar kir ku erdnîgariya kurdan bi tevahî tê qetilkirin û şewatên daristanan dibe sedema taxrîbatekî gelek mezin. Gozcelîoglu anî ziman ku sînorên pirsgirêkên hawirdarê nayên xîzkirin û wiha got: "Armanca bêdaristan hiştin bêmirov hiştin e."

(bd)