1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. "Xweşikiyên welatê xwe didime nasîn"
"Xweşikiyên welatê xwe didime nasîn",xweşikiyên,welatê,xwe,didime,nasîn

"Xweşikiyên welatê xwe didime nasîn"

A+ A-

10:18 13.01.2014 AMED (DÎHA) - Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, ji aliyê kovara wênekêşiyê a navnetewî Light and Compositionê weke 'Wênekêşê Mehê' hate hilbijartin. Kovarê cîh da hevpeyvînek ku bi Suer re çêkiribû û wî danasîn. Suer, di hevpeyvînê de got ku ew dixwaze bi wêneyên xwe xweşikahiyên welatê xwe û çand û hunera gelê Kurd bi gelên cîhanê nasandin bide.

Wêneyekî Mehmet Masum Suer ku li Amedê ji çalakiya Xizmên Windahiyan kişandibû, di 29ê meha sermawezê de ji aliyê kovara navnetewî Light and Compositionê weke 'Wêneyê Rojê' hatibû hilbijartin û xelat kirin. Vî wêneyê wênekêşê Kurd Suer, di meha berfanbarê de di nav wêneyên mehê de bû wêneyê ku herî zêde bal kişand û bû wêneyê yekemîn ê meha berfanbarê. Li ser vê yekê kovarê, li ser malpera xwe Suer danasîn û cîh da hevpeyvînek taybet ku bi Suer re çêkiriyê. Hevpeyvîn di malpera kovarê de hate weşandin, di hejmara kovarê a pêş de jî dê bê bicîh kirin.

'Ez kêfxweş im ku bi wêneyan hest û ramana rastiyê tinim ziman'

Wênekêş Suer, di hevpeyvînê de, ji ber xelatê û ecibandina wêneyî wî kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Ez bi taybetî jî li ser navê Xizmên Dayika û Dayikên Şemiyê jî kêfxweş im ku min bi wêneyê xwe daxwaz û hestên wan jî anî ziman û gihand raya giştî a cîhanê." Suer, li ser pirsek kovarê, derbarê kişandina vî wêneyê xwe jî agahî da û viha axivî:

"Di şerê di navbera hêza çekdar a Kurd PKK û hezên dewleta Tirk de, li derveyî windahiyên her dua liyan ên di şer de ji 4 hezar û 500 kesî zêdetir sivil hate vinda kirin an jî kuştin. Xizmên windayiyan û dostên wan ev 250 hefte ye, her rojên şemiyê li bajarên Istembol, Diyarbekir û hin bajarên din çalakiyên rûniştinê dikin. Di van çalakiyan de tê xwestin ku dewlet, kujerên van sivilan derxe holê û ceza bide wan. Ev demeke ez van çalakiyan dişopînim û wêneyan dikişînim. Di çalakiyekê de jinekê bala min kişand. Di destê wê de wêneyê xizmê we hebu. Di çarçoveyek cam şikestî de bû. Çavê jinê tije bû, li ser girî bû. Ez gelekî bi vî dîmenî hestiyar bûm…"

Mehmet Masum Suer, di hevpeyvînê de li ser xebatên xwe û armanca xwe a wênekêşiyê jî wiha axivî: "Bi salan min weke rojnamevan wêne kişandin. Min xwest ku ez vê wênekêşiya xwe di xizmeta welat û gelê xwe de bikarbiînim. Ez dixwazim welatê xwe Kurdistan, bi erdnîgarî û berhemên xwe ên çand û hunerî bi cîhanê nasandin bidim. Ez ji axa ku lê dijîm, ji welatê xwe û gelê xwe pir hez dikim. Welatê min bi her tiştê xwe bandorek mezin li ser min dike. Ez di bin bandora xweşikahiyên welat, çand û hunera gelê xwe de me. Loma ez dixwazim van xweşikahiyan bi gelên cîhanê re jî parve bikim. Dema ku ez di qada navnetewî dibînim ku wêneyên min tên dîtin û bal dikişînin ez bi vê yekê pir kêfxweş dibim."

Wênekêşê Kurd Suer, di lîsteya '100 Wênekêşê Herî Baş' a kovara navnetewî a Light and Compositionê de cîh digire. Ev kovar ji aliyê komek wênekêşê profesyonel ên ji welatên cuda tê weşandin. Suer, di çar salên dawî de ji kovarên navnetewî 18 xelat vergirt û li Kurdistana Federal, li Amerika û bakur bi tevahî 9 pêşangeh vekir.

(mae)