Xwizmetek Ji Buy Muzîka Resena Kurdî!
Koma Hewarî Nîştîman:Xwizmetek Ji Buy Muzîka Resena Kurdî!
09:15 12.01.2013 1 / 2 DUHOK (DÎHA) - Li Rojhelatê Welat Koma Hewarî Nîştîman li ser bingeha xizmetkirina muzika resena kurdi hatiye damezrandin û 3 salin xwebatên xwe didomîne. Ji destpêka damezrandinê heta niha hemû endamên komê soz dane hev ku xizmeta muzîka resen û foloklora kurdi bikin.
Amurên ku ev kome bikar tîne hemu kurdewarîne ji bo ku muzika kurdî ya resen ji gelê xwe re pêşkêş bike. Endamên vê komê hemî ji rojhelatê welat bajarê Kirmanşan, Mehabad, Sine, Bokan, Seqiz û heya ku ji kurdên bakurê Îranê û kurdên Xorasanê jî di vê komêda cîh digrin. Koma Hewari Nîştiman hemu zaravan ji bo stranên xwe bikar tînîn. Zaravên Kurmancî, Soranî, Kelhori û yên din. Di nava komê de endamên jin û mêr cih digirin. Vê komê li ser binemayê ku cuda ji Koma Kamkaran û du komên din li rojhelatê welat kesê berdewamî nedaye karên xwe yên komê ji bo ku kesê din nema bu ku xizmet, hewar û bangewaziyê bi muzîka resena kurdi bike. Lewma navê komê danîne Koma Hewarî Nîştiman. Kom ji bo ku albuman pêşkêşî gele bike nehatiye avakirin. Ev kom, tenê ji bo xizmeta muzika kurdi û beşdarikirin di mihrecana û konsertan kurdi yên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hatye avakirin. Heta niha beşdari gelek konsert û mihrecana bune li welatê Îranê û bajarên rojehalatê welat û di vê dawîyê jî beşdarî mihrecana gelawêj bûne li bajarê Silêmaniyê.
Stranên ku ev kome heldibijêre hemu yên folklorên stranên ku dîroka wan heye û stranên hunermendên mezin yên weke Hesen Zirek, Mamelê, Tahir Tofiq, Eli Merdan û yên din û stranên navçeyên Kurdistanê jî ew distirînên. Endamên beşdar di nava vê komêda piranya wan derçuyên zaningehêne û hinek ji wan xwezayê xwe fêrî jenîna muzikê kirine yan ji bi rêya hinekan fêrî muzikê bûne.
Stylê ku ev kome bikar tine ne staylekê nûye staylê wan staylê resenê muzika kurdiye ji ber wê jî di nava muzika xwe de hinek amurên muzikê yên weke kemanê ku amurê xerbîye yan sentor ku amurek Îranî ye yan jî sê tar ku amurek azerîye di nava muzika xwe de bikar nînin. Heza Komê yan jî bibêjîn projeyê komê eve ku konsertan li hemû Kurdistanê encam bidin hem li rojava, bakur û başûr li problema herî mezin ya wan mesela aboriye ku eger pêştgîrî ji vê komê re were kirin ewê li her çar perçeyên welat xizmete bikin.
(Nûçe: Bawer Mihemed)
(mae)