'Xwînda dilê me jî bi xwe re bir'
YEKTA ŞOREŞ 27.04.2014 07:56:56 Dema gerîlla Xwînda ber bi Bakur ve dikeve rê wiha dibêje: “Navê min Xwînda, di sala 1986’an de li gundekî girêdayî Çelê hatim dinyayê. Zaroka herî mezin a malbatê ez im. Malbata min welatparêz e û demeke dirêj e, rêxistinê nas dike. Min jî li ser vî esasî rêxistin nas kir. Min dixwest ez zû beşdar bibim, lê temenê min biçûk bû û hevalan qebûl nedikir.
Xeyalê me yê herî mezin dîtin û hembezkirina Rêbertî bû. Lê mirov çi qasî bi Rêbertî re ye û li gor xeta Rêbertî dimeşe jî girîng e. Ez hêvîdar im, di demeke kurt de wê ev xeyalê me jî pêk bê. Di xeyalên bi hezaran hevalan de ev hebû û ez bawer im, em ê hemû bibînin. Lewma em diçin hîn nêzî Rêbertî.
Di vê pêvajoyê de hem wek jin hem jî wek tevgera giştî ya dikeve ser milê me em ê bi cih bînin. Li ser vî esasî bi keda salan a Rêbertî wek fedayiyên Rêbertî ya dikeve ser milê me, em amade ne bi cih bînin. Bi kurtasî ez van tînim ziman. Ez ji hevalan re serketinê dixwazim.”
‘MÎNA MELEKEKÊ BÛ’
Hevaleke têkoşînê ya gerîlla Xwînda jî wer behsa wê dike: “Ez dikarim bêjim ku şehîd Xwînda mîna melekekê bû. Xwedî taybetmendiyên melekan bû.
Nêzîkatî û hewldana wê ya ji ked û rêhevaltiyê re mirov nikarîbû paşçav bike. Dema radibû têkildarî mijarekê nirxandin dikirin mirov hêz û moral jê werdigirt. Hevaleke pir bi coş bû. Min hevala Xwînda û hevala Gulbahar, herî dawî di bihara sala 2007’an de dîtin. Di zivistana 2007’an de li Gabarê şehîd ketin. Dema min cara destpêkê bihîst, min nexwest ez bawer bikim. Ji bo min pir giran hat. Bi taybet jî şehadeta her du hevalan bi hev re gelekî zehmetî da min. Ez dikarim bêjim ku mîna ji mejiyê min li min dabûn.
Min nedixwest bawer bikim. Min digot tiştek wiha nabe. Ji bo bicihanîna hedef û armancên xwe ku çûbûn Gabarê wisa di demeke kurt de şehadeta wan pir bandor kiribû. Di rastî û xeta şehîdan de meş, heta dawiyê hilgirtina ala wan, wek Zîlan bûyîna bersiv ji bo me wezîfeyeke.
‘YJA STAR DESTKETÎ Û MÎRASEKE MEZIN E’
Hevala Xwînda, di rapora xwe ya ji bo Fermandariya YJA STAR’ê de wiha gotibû, ‘Di şexsê min de ji bo her tiştî bersiveke hestyar pêş diket. Tevî wê pêvajoya zehmet jî ez wer difikirim ku wê pêvajoyê ez pêş xistim. Ji ber parêzname ji min re dibûn alîkar. Min ji parêznameyan hêz wergirt. Di mijara ez ê çawa bibim layiqî Rêbertî û bibim bersiv de, pir mijûl bûm. Her çi qasî ne bi qasî ya tê xwestin be jî min encam wergirt. Hewl didim bi awayekî aktîf tevlî jiyanê bibim. Xeta berxwedanê ya heval Silav, Têkoşîn û îro jî Nûcan, ji bo YJA STAR destketî û mîraseke mezin e. Ez bawer im dê ev rê li ber pêşketin û serketinên mezin veke. Ji ber xîma ji me re pêwîst, ji aliyê şehîdên me ve hatiye danîn.’
Di vê rapora hevala Xwînda de mirov dikare bi hêsanî ferq bike ku wek şervaneke nû bi berpirsyartiyeke mezin û ciddiyet nêzîk dibe. Ciddiyet yek ji taybetmendiyên herî esasî yên şoreşgertiyê ne. Şoreş jî karekî ciddî ye. Me tim dîtiye û em bûne şahid ku dema mirov vî karî sist digire dest, taloq dike yan jî baş nagire dest pirsgirêkên mezin bi xwe re anîne.
Rêhevala me Xwînda bi qasî ku di jiyanê de ciddî bû, di aliyê zîhnî de jî timî xwedî sekneke giran bû. Em pir bi şehadeta Hevala Xwînda êşiyan. Û hevala Xwînda yek ji wan hevalên me yên ku dilê me jî bi xwe re bir.”
‘EM SOZ DIDIN GELÊ XWE’
Piştî şehadeta gerîlla Xwînda Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê nameyek ji malbata gerîlla Xwînda Faraşîn re dişîne û di nameyê der barê jiyan û têkoşîna Xwînda de ev xusûs tên destnîşankirin:
“Ji malbata welatparêz a Gul re;
Bi şehadeta keç û xortên we û yên gelê kurd gel û milîtanên şerker, rastiya azadiya jin û rêxistinbûnên siyasî û demokratîk afirîn. HPG, di roja me de mîrasa şehîdan ji ARGK’ê dewr girtiye, mîsyona nirxên şehîdan afirandine hilgirtiye ser milê xwe û her roj hîn zêdetir pêş dixe.
Rêhevala me Xwînda, wek bi hezaran rêhevalên me di temenekî biçûk de xwe fedayî têkoşîna azadiyê kiriye, timî xwe bi baweriya têkoşînê pêş xistiye û têkoşîn daye. Bi tevlîbûna xwe ya zindî û bi moral, timî ji hevalên xwe re bûye hêza çavkaniyê. Dîsa bi kesayeta xwe ya şerker bê tirs xwe daye şer. Hevala Xwînda ya xwedî taybetmendiyên bihêz ên milîtanî, di 4’ê Kanûna 2007’an de li Çiyayê Gabarê balafirên keşfê ku cihê wan ferq dike, dijmin tevahiya rojê bi topan û kobrayan qadê bombebaran dike. Piştî dijmin leşkeran li qadê bi cih dike jî heta danê şev bi lehengî şer dikin û digihêje şehadetê.
Wek HPG, em careke din soz didin gelê xwe, em ê bi bîranîna şehîdên xwe re dilsoz bimînin, heta li her çar parçeyan em bigihêjin Kurdistana azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.”