Ya Basta’iyên li sînor: Berxwedana Kobaniyê riya sêyemîn e
RIHA (DÎHA) – Li sînor nobeta berxwedanê li tevlibûnê gelek derdorên ji Tirkiye û Kurdistanê hatine didome, aktîvîstên tevgera Ya Basta (Êdî bes e) ya Îtalyayê diyar kirin ku berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cihanê “riya sêyemîn e” û YPG û YPJ ji bo azadiya hemû gelên cihanê şer dikin.
Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê keta roja 56’emîn, nobeta berxwedanê ya li sînor jî bi tevlibûna gelek derûdorên ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê hatine berdewam dike, Aktîvîstên Tevgera Ya Basta (Êdî Bes e) ya ji Îtalyayê hatine jî ev hefteyeke li gundê Mehserê tevli nobeta berxwedanê bûne. Ji Tevgera Ya Basta Sara Montinaro û Roberto Cipriano der barê berxwedanê de nêrînên xwe ji DÎHA’yê re parve kirin.
‘Li Kobanê tovên jiyana nû hate çandin’
Ji aktîvîstên Ya Bastayê Sara Montinaro ya heta gundê Mehserê û tevil nobeta berxwedanê bû diyar kir ku wan der barê Şoreşa Rojava, felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk de lêkolîn kirine û ji nêz ve dişopînin. Montinaro da zanîn ku bi taybetî li Rojava şoreşa jinan bala wan dikêşe û li Rojava li dijî sîstema kapîtalîst sîtema jiyaneke nû tê înşakirin, tovên jiyana nû hatiye çandin û li Kobanê êrîşên DAIŞ’ê modela jiyana nû hedef girtiye.
Montinaro bilêv kir ku pişti tevli nobeta berxwedanê ya li sînor bûye dîtiye ku modela Rojava ne xewn e, rastiyek e î ji ber vê yekê jî bûne parçeyeke vê berxwedanê. Montinaro anî ziman ku ew dikarin ji tecrubeyên Şoreşa Rojava gelek tiştan hîn bibin û ew jî dikarin li çand û cografyaya xwe pêk bînin. Montinaro baweriya xwe ya ji bo serkeftina YPG û YPJ’ê jî anî ziman û ev tişt got: “Madem her der Kobanê her der Rojava ye wê demê divê her derê bikin Kobanê. Ji bo em hînî vê bibin li vir in.” Montinaro destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cihanê riya sêyemîn nîşan dide û wiha berdewam kir: “Ev ji bo me riyeke pîroz e, ji bilî lêgerîna vê riyê çareya me nîn e. Ji ber ku Rojava temsîla vê dike em li cem Şoreşa Rojava cih digirin û dê Kobanê bi ser keve.”
‘YPG û YPJ ji bo azadiya gelan şer dike’
Endamê Tevgera Ya Bastayê Roberto Cipriano jî got ku li Kobanê modela jiyaneke alternatîf û azad heye ji ber vê yekê jî Kobanê ji bo wan geleke girîng e. Cipriano wiha berdewam kir: “Li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê ji ber ku em dizanin riyeke cuda ye û modeleke alternatîf e, em li vir in.” Cipriano hêzên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê li ber xwe didin silav kir û ev tişt anî ziman: “Ew tenê ne ji bo Kobanê di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên cihanê şer dikin. Ji bo me hemûyan şer dikin, em di ferqa vê de ne. Li Kobanê dê serkeftin teqez bê. Me li vir modela jiyana azad a li Kobanê tê înşakirin dît. Jiyana komunal heye. Di navbera jin û zilaman de têkîliya hêzê nîn e, mirovên biyanî jî ji vê nayê mehrûmkirin, jiyanake wisa ye. Bijî Apo, bijî YPG, bijî YPJ.”
(sa/wk)