1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ya girîng ji holê rakirina sînor e'
'Ya girîng ji holê rakirina sînor e',ya,girîng,ji,holê,rakirina,sînor,e

'Ya girîng ji holê rakirina sînor e'

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Cizîrê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Rojava kon vedan û welatiyan diyar kirin ku mesele tenê vekirina kon nîne, ya girîng ji holê rakirina sînor e û divê hemû kes berxwedanê pêş bixin.

Li Bakur, li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gel di nav seferberiyê de ye û her ku diçe piştgiriya ji bo berxwedana gelê Kantona Kobanê zêde dibe. Kurd li her herê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rabûne ser piya, lê gazincê welatiyan ew e ku saziyên kurd zêde li çalakiyên wan xwedî dernakevin. Welatiyan diyar kirin ku mesele tenê vekirina kon nîne, ya girîng ji holê rakirina sînor e û divê hemû kes berxwedanê pêş bixin.

'Em ê heta dawiyê bitêkoşin'

Welatiya bi navê Ayşe Erten ji bo piştgiriyê bide berxwedana Rojava li konê nobetê ku li herêma Saklan ya navçeya Cizîra Şirnexê hatiye vekirin, nobetê digire. Erten anî ziman ku dê heta dawiyê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe bidin û bitêkoşin. Erten bang li hemû kesî kir ku şoreşa Rojava hîs bikin, bi van hestan li şoreşê xwedî derkevin.

Welatiya bi navê Şerîfe Uygar ligel çalakvanên kon têdikoşe û destnîşan kir ku divê berxwedana ku li Rojava pêşketiye divê li perçeyên din jî pêşbikeve. Uygar bi taybet jî bang li ciwanan kir ku tevli berxwedena li ser sînor bibin û wiha got: "Wekî welatiyên Cizîrê, em dibêjin em ê bi ruhê seferberiyê li berxwedana Kobanê xwedî derkevin."

'Roj roja li hember çeteyan şerkirinê ye'

Welatiyê bi navê Beraat Tunsut da zanîn ku ji bo holê rakirina têlên li ser sînor, divê hemû kes bi hev re têbikoşin, bang li saziyên civakî, hunermend û hemû kesên bi hestiyar kir ku li berxwedanê xwedî derkevin. Tunsut anî ziman ku êdî tu wateya sînoran nemaye û wiha got: "Roj roja mildayîna hev û li hember çeteyan şerkirinê ye."

(ça)