1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Ya jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet"
"Ya jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet",ya,jiyaneke,bi,rûmet,yan,jî,mirineke,bi,rûmet

"Ya jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet"

Salih Muslim: Ya jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet

A+ A-

ANF- MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di axaftina xwe ya li 17. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavya de got, "Şehîdên me ji me re dibêjin hûnê teslîm nebin. Ya jiyaneke bi rûmet yan mirineke bi rûmet. Rêyeke sêyemîn nîne. Em soz didin şehîdên xwe. Eger em daxwazên wan bicih neynin, bila jiyan li me heram be."

Di 17. Festîvala Çanda Kurd a li Skandînavyayê de ku li paytexta Swêd Stokcholmê hate lidarxistin, dema ji bo axaftinê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hat anonskirin dirûşmên "Bijî PYD", "Bijî YPG" ji qada salonê bilind bûn. Muslim bi gotina "Hevalên hêja, malbatên şehîdan; min ji we re ji Serêkaniyê,ji Qamişlo, ji Rojava, ji YPG'ê silav aniye" beşdarên festîvalê silav kir û bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava ya ji bo Kurd û Kurdistanê.

EMÊ DESTÊN DIRÊJÎ GELÊ ME DIBIN BIŞKÎNIN

Muslim got, "Berxwedana li Rojava tê nîşandan, têkoşîna demokrasî, pêşeroj û azadiya neteweyeke ku sed sal in di bin zexta dîktatoriyekê de ye. Ev berxwedan ji bo tevahiya gelên li ser axa Mezopotamyayê dijîn e. Emê axa xwe û welatê xwe biparêzin. Her destê dirêjî gelê me bibe, emê bişkînin." Muslim ragihand ku wan pişta rejîma hewl daye wan tine bike şikandine û destnîşan kir ku niha jî li pêşberî Kurdan dijminê exlaq, demokrasî, azadî û mirovahiyê heye.

Muslim ragihand ku çeteyên barbar û hov li dijî gel komkujiyan dikin û diyar kir ku jêkirina serê mirovan, xwarina dilê mirovan encama çandeke beriya hezar û 500 salan e. Muslim anî ziman ku tiliya deshilatdariya AKP û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di van bûyeran de heye.

Muslim da xuyakirin ku çeteyên Selefî û El Nûsra van komkujiyan pêk tînin, Îngilîstan, DYE û Fransa jî bi çekên dide Artêşa Sûriyê ya Azad re van çeteyan çekdar dikin û got, "Me ders ji dîroka xwe derxistin. Me ji tiştên hat serê Şêx Seîd, Qazî Mûhammed, Mûstafa Barzanî û Qasimllo ders derxistin. Em ew mirovên di dibistana Birêz Rêber Apo de perwerde dîtine. Em bi van deskevtiyên vê perwerdeyê tevdigerin. Emê nehêlin ku lîstikên Osmalî yên li dijî gelê me hatine lîstin, bê dûbarekirin."

EMÊ PARASTINA XWE BI VÎNA XWE YA AZAD, BI GELÊ XWE BIKIN Û BI SER BIKEVIN

Muslim ku axaftina wî timî bi dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo" qut dibû bi van gotinan bang li Recep Tayyip Erdogan kir: "Tuyê ji aliyekî ve bi me re hevdîtinê bike, ji aliyê din ve jî kûçik, çeqel û roviyên xwe bişîne ser me. Were ser hişê xwe. Emê parastina xwe bi vîna xwe ya azad, bi gelê xwe bikin û emê bi ser bikevin."

Muslim diyar kir ku Asûrî-Suryanî kulîlkên Mezopotamyayê ne û anî ziman ku ew bi paşeroja xwe re rû bi rû mane, wan qebûl kirine ku di paşerojê de ev gel kuştine, ji welatê wan derxistine û got, "Lê em îro xwedî li wan derdikevin. Em bingehekê ava dikin ku ew jî bi vîna xwe bijîn. Lê belê Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî û El Nûsra dixwazin, tişta di dema bihurî de bi serê Asûrî-Suryaniyan de hatiye kirin, di roja îro de jî heman tiştî bikin. Emê ti carî destûrê nedin vê yekê û em li dijî vê şer dikin."

Muslim da xuyakirin ku gelên Mezopotamyayê bi tena serê xwe têdikoşin, ti welat alîkariya ji çek an aboriyê nadin wan û anî ziman ku ewê Mezopotamyaya hatiye xerakirin weke gelên xwe yên resen jinûve ava bikin û got, "Di vê oxirê de he roj bi dehan hevalên me şehîd dikevin. Zext û komkujiyên li dijî me, çavkaniya xwe ji sîstemê paşverû yên xwe dispêrin emperyalîzmê rû didin. Milîtanên ji Lîbya, Tûnis û gelek welatên din tînin, diajon ser me. Emê bi ruh û perspektîfên Rêber Apo van hemûyan çareser bikin."

DÎROK DÊ HESAB JI EW KESÊN DIXWAZIN BI BIRÇÎBÛNÊ GELÊ ME TESLÎM BIGIRE BIPIRSE

Muslim bal kişand ser koçberiya ji Rojava ya ji ber ambargoyê û got, "Me ji PDK'ê gotin, ku li hemberî me ambargoyê nemeşîne. Em dikarin bi pel-çilo û giya jiyana dewam bikin. Bila kes hewl nede me bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm bigire. Emê derseke baş bidin wan kesên dixwazin vê yekê bikin. Bila her kes vê baş bizanibe. Gelê me dê ti carî teslîmî birçîbûnê nebe. Dîrok, wê ji ew kesên derî li me digirin û dixwazin bi birçîbûnê me teslîm bigirin, hesab bipirse."

Muslim axaftina xwe bi gotina, "Şehîdên me ji me re dibêjin; hûnê teslîm nebin. Ya jiyaneke bi rûmet, yan mirineke bi rûmet. Rêyeke sêyemîn nîne. Eger em daxwazên wan bicih neynin, bila jiyan li me heram be" dawî li axaftina xwe anî û li pêwendiyeke mezin a beşdaran rast hat.

KAKABAVEH: GELÊ ROJEVA WÊ BI SER BIKEVE

Di festîvala bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan de Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakbaveh jî axivî û diyar kir ku di pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de, PKK'ê berpirsyariyên xwe bicih aniye, lê hikûmeta AKP û Erdogan hînê barê dikeve ser milê xwe hilnegirtiye. Kakabaveh diyar kir ku aştî bi danûstandinên her du aliyan û gavên berçav dikare pêk were û destnîşan kir ku li gel biryardariya gelê Kurd a di aştiyê de jî, deshilatdariya AKP di mijarên guhertina Destûra Bingehîn û perwerdeya zimanê dayikê de hînê helwesteke provokatîf a pêvajoyê nîşan dide.

Kakabaveh ragihand ku di asta heyî de gelê Kurd hem ji Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê bûye xwedî deskevtiyan û destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye ku deskevtiyên gelê Kurd wê zêde bibin û serketin jî dê bibe para gelê Kurd ê li ber xwe dide.

Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê yê Wanê Ozdal Uçer jî da xuyakirin ku şoreşa li Rojava dewam dike û ew jî hezkirin û silavên xwe ji gelê Rojava re dişîne û destnîşan kir ku ew lanetê li El Nûsra û çeteyên din tînin. Uçer baweriya xwe ya bi serketina gelê Rojava anî ziman û anî ziman ku li ku dera cîhanê dibe bila bibe divê gelê Kurd piştgiriyê bide şoreşa li Rojava, PYD û YPG'ê û got, "Afirînerên van hemûyan PKK ye. Di rewşa heyî ya PKK'ê de jî keda mezin a Rêber Apo heye. Ez ji vê derê silavên xwe jê re dişînim."

Uçer ragihand ku di pergal û polîtîkayên Îran, Sûriye û Tirkiyê de cih ji Kurdan, mafên mirovan û mafên gelan nîne û diyar kir ku ew gerîlayên ji bo maf û azadiya Kurdan li ber xwe didin, gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd silav dikin.

AKP LI SER DEREWAN POLÎTÎKAYÊ DIMEŞÎNE

Uçer da xuyakirin ku gerîla ispat kiriye şervanên demokrasî, azadî û edaleta hemû cîhanê ye û çareseriya alternatîf a gelan nîşan daye û bi van gotinan deshilatdariya AKP'ê rexne kir:

"Ji bo Erdogan derew û durûtî qet ne zehmet e. Li ser derewan polîtîkayê dike. AKP bi xwe re nakok e, daxuyanî û gotinên xwe derew derdixîne. Birêz Ocalan dixwaze pêvajoya aştiyê biparêze, lê AKP bi ti awayî xwe nêzî demokratîkbûyînê nake. Birêz Ocalan û KCK çi bêje, saziyên me û gelê me wê pêk tînin. Em di pêvajoya aştiyê de her tim ji dil bûn, lê dewletê heta roja îro ti samimiyet nîşan neda. Vekişîna gerîla hem ji bo gerîla hem jî ji bo gelê me gelekî zehmet bû. Lê belê ji bo teşhîrkirina dewlet û AKPê, ji bo nîşandana durûtiya AKP'ê ji raya giştî ya cîhanê re û ji bo nîşandana tinebûna niyeta AKP'ê ya demokratîbûnê, ev yek pêwîst bû."

Uçer diyar kir ku li beranberî daxwaza gelê Kurd a azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd hatiye meşandin, beramberî serbestberdana girtiyên nexweş, girtî hînê li girtîgehan tên ragirtin, zextên li siyasetmedar, rojnamevan û hunermendan dewam dike û destnîşan kir ku divê li hemberî van hemûyan gelê Kurd bi rêxistinbûyîneke xurt tevbigere û têbikoşe.

TI BENDEWARIYEK ME JI ZALIMAN, JI FAŞÎST Û ŞOVENÎSTAN NÎNE

Uçer got, "Ti bendwariyek me ji Esad, ji Erdogan nîne. Ji zaliman, ji faşîstan, ji şovenîst û serdestan ti bendwariyeke me nîne. Sedema kaos, şer û binpêkirina neteweyan ev sîstem û feraset e. Em bi xwe piştrast in. Em neteweyeke mazlûm in, ji bo azadiya xwe 40 salin têdikoşin û emê bigihêjin serketinê." Uçer da xuyakirin ku pêvajo hîn bêtir têkoşînê li ser gelê Kurd ferz dike.

Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku gelê Kurd ji sed salan û vir ve yekemcare firsendeke girîng bi dest xistiye û anî ziman ku hevkariya çar dewletan a li dijî Kurdan têk çûye, yekemcar Tevgera Azadiyê ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di warê leşkerî, siyasî, aborî û rêxistinî de xurt bûye û got, "Tifaqa emperyalîzm, dewleta Tirk û welatên cuda yên li dijî Kurdistanê di warî leşkerî û siyasî de dimeşandin, dewam dikirin. Lê belê ev tifaq belav bû û ji holê rabû. Birêz Ocalan bi perspektîfa pêşkêşî tevahıya cîhan û raya giştî ya demokratîk kir, alternatîfek nîşan da. Sala 2012'an ji bo bexwedana gerîla û gelê me, pêvajoyeke girîng bû. Ber bi serketinê ve dimeşiyan. Niha jî gelê Kurd dixwaze alternatîfa demokratîk pêk bîne. Gav avêtin an neavêtin, pirsgirêka AKP'ê ye. Emê bi vîna xwe, bi hêza xwe ya leşkerî mafên xwe bi dest bixin."

DIVÊ TEVAHIYA GELÊ KURD DI WARÊ MADÎ, MANEWÎ Û SIYASÎ DE PIŞTGIRIYÊ BIDE ŞOREŞA ROJAVA

Kartal da xuyakirin ku Rojavayê Kurdistanê, şoreşa sedsala 21'an, sîstemeke nû pêşkêşî cîhanê kiriye û destnîşan kir ku divê tevahiya gelê Kurd di warî madî, manewî, siyasî û di her warî de piştgiriyê bide Rojava.

Kartal got, "Serketina Rojava, serketina Kurdistanê ye. Divê her Kurdek ji xwe bipirse; gelo têra xwe destekê dide şoreşa Rojava yan na. Şoreşa li Rojava ne tiştekî ji rêzê ye. Her roj bi êrîşên hovane re rû bi rû dimîne. Divê em vê şoreş û heyecana wê, di dilê xwe bijîn. Divê em xwe weke parçeyek ji şoreşa Rojava bibînin." Kartal her weha diyar kir ku divê kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lez û xurtkirin.