´Ya me şaredartiya herî zor a cîhanê ye´
Serhat Temel: Ya me şaredartiya herî zor a cîhanê ye
Perwer Yaş Berlîn - BDP’ê ji bo serlêdana endamtiya Yekitiya Nunerên Xwecihî û Herêmî ya Sosyalîst a Ewropayê (USKRE) serlêdan kir. Li ser navê BDP’ê Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel tevlî konfransa yekitiyê ya li Berlînê li dar ket û got: "Em şaredartiya herî zor a cîhanê dikin. Niha 36 şaredarên me girtî ne. Hukûmeta AKP’ê destekê nade projeyên me. Hemû dozger û mifetîş dixwazin pêşî li me bigirin."
Pêkhateya Yekitiya Nunerên Xwecihî û Herêmî ya Sosyalîst a Ewropayê (USKRE) ji şaredariyên partiyên sosyal-demokrat û sosyalîstan pêk tê. Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ji bo endamtiya USKRE’yê serlêdan kir. Konferansa USKREli paytexta Almanya Berlînê li bavahiya SPD’yê Willy Brandt Haus pêk hat. Li ser navê BDP’ya ku xwediya statuay berendamtiyê ye Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel û endama Meclîsa Giştî ya Bajar a Amedê Semra Azîzoglû tevlî bûn.
Tevî şaredarên ji 13 welatan, li ser navê CHP’ê jî Komeleya Şaredariyên Sosyal-Demorkat (SODEM) jî di konferansê de cih girt û serlêdan kir. Piştî konferansa ji çapemeniyê re girtî pêk hat, Serhat Temel ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku serlêdana wan a ji bo endamtiyê dê heta havîna tê bi encam bibe û diyar kir ku hêviya wan ew e ku bibin endamên yekitiyê.
BDP’Ê FERASETA ŞAREDARTIYÊ VEGOT
Temel da zanîn ku wana bi taybet bandora krîza aborî ya li ser şaredariyan û ev dê çawa were çareserkirin, hatine gotûbêjkirin û got: "Me hewl da ku em behsa feraseta şaredartiyê ya BDP’ê bikin. Her wiha me bal kişand ser pêşketinên siyasî jî û da diyarkirin ku grevên birçîbûnê gihiştine ber mirin. "
Temel ku diyar kir ku 36 şaredarên BDP’yî niha di girtîgehan de ne, beşdarên konferansê bi awayeke matmayî guhdarî vê agahiyê kirine û wiha bal kişand ser şibandin û cûdahiyên di navbera şaredariyên wan û yên Ewropayê de:
"Ferqek zêde tune ye. Hema bêje di warê deyndarî û qadên xizmetê de tengasiyên her kesê hene. Lê niha tengasiya ku em wek BDP pêre rû bi rû ne; em bi rastiya koçberiyên salên 1990’an ên ber bi bajaran ve rû bi rû ne. Rast e, evan e pirsgirêkên civakî û siyasî ne. Her wiha zextên li ser BDP’ê tên şidandin jî şaredartiyê dixe tengasiyê.
Me di hilbijartina sala 1999’an de dest bi şaredartiya ku em jêre dibêjin şaredariya Kurdan kir. Me xwest em di van sê hilbijartinan de modelek çêbikin. Lê astengiyên yekser ên dewletê, pirsgirêka penabertiyê ya salên 1990’an, nehiştin ku em bi temamî pirsgirêkên di warê civakî de çareser bikin. Ji ber vê jî li gorî şaredariyên Ewropayê gelek dezavantajên me hene. Her wiha, tengasiya me ya rayeyê jî heye. Şaredariyê Ewropayê xwedî rayeyek berfireh in; ji perwerdeyê bigire heta tenduristiyê dikarin mudaxeleyê her qadan bikin."
"LI KURDISTANÊ EWALÎTÎ DIXWAZIN BIBIN ALÎTERNATÎFA ME"
Serhat Temel destnîşan kir ku walîtiyên li Kurdistanê li aliyekê xebatên şaredariyên BDP’ê asteng dikin, li aliyeke din jî xebatên alternatîf li hemberî me dimeşînin û ev mînak da: "Herî dawî, sala par Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan a me hebû. Ji ber ku pêkhateyek alîternatîf hebû, walîtiyê ev der girt. "
Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a Amedê Semra Azîzoglû jî da zanîn ku ew pirsgirêk li Amedê jî hene û got: "Em wek meclîs gelek biryar digirin, lê ev biryar ji walîtiyê vedigerin. Bi taybet salên 2010-2011 13 caran walîtiyê butçeya me radestê me kir. Her çendî tu hinceteke şênber tune be jî, lê wisa kir. Armanca wan ew bû xizmetên BDP’ê asteng bike. Walîtî dixwaze her tişt bi înîsiyatîfa wê were pesendkirin."
Azîzoglû da zanîn ku 5 endamên meclîsa bajêr niha di girtîgehan de ne û got: "Gelek tengasiyên me hene, ji bo nehêlin em bixebitin her tiştê dikin. " Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel jî ji bo pêşketina şaredartiya li Kurdistanê daxwaz kir ku Enqere rayeyan bide rêveberiyên xwecihî û wiha axivî:
'KARÛBARÊ HEMÛ MIFETÎŞ Û DOZGERAN EW E KU PÊŞÎ LI ME BIGIRIN'
"Gava li Enqereyê astengiyek hêsan derdikeve, em li cihê xwe asê dimînin. Mînak, projeya me ya 20 milyon Euro ya ji bo tesîsên parzandina biyolojîk ev du sal in bi awayeke keyfî ji aliyê Lijneya Wezîran ve rê rawestandin. Ji bo girtina personelan jî em li benda Enqereyê dimînin. Jixwe tu hed û hesabê girtin û lêpirsînan tune ye.
Sê sal berê Şaredarê me Nejdet Atalay ji doza sereke ya KCK’ê hate girtin. Piştî vê du operasyonn din li hemberî şaredariya Êlihê pêk ahtin. 7 midûrên me, bi dehan personelên me yên teknîkê hatin girtin. Ji ber ku AKP ji bo şaredariyan ji me bistîne koseptek taybet dimeşîne. Pêşî digire, piştre dê ji gel re vê bêjin; binêrin BDP vî karî nake. Wezîr Fatma Şahîn van rojên berê hatibû Êlihê û gotibû ‘Hûn şaredariyê ji BDP’ê bistînin,em Êlihê bikin mîna Dîlokê."
Temel da zanîn ku li hemberî hemû astengiyan desteka gel a ji bo şaredariyên BDP’ê zêdetir dibe û got: "Li gorî anketa vê dawiyê pêk hat me di hilbijartinên 2009 de ji sedî 58’ê dengan wergirt, lê niha ev rêje bûye ji sedî 64. Me êdî alîkariya ji hukûmeta navendê ji bîr kiriye, em niha bi astengiyên wê re mijûl in. Niha li herêmê hemû dozger, mifetîş û polîs ji bo astengkirina xebatên şaredariyên BDP’yî dixebitin. "
ANF NEWS AGENCY