1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YBŞ’ê cejna Êzdiyan pîroz kir
YBŞ’ê cejna Êzdiyan pîroz kir,ybş,ê,cejna,êzdiyan,pîroz,kir

YBŞ’ê cejna Êzdiyan pîroz kir

A+ A-

ROJİN DENİZ/SARA XWÎNDA/ŞENGAL Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) cejna Êzdiyên li çiyayê Şengalê pîroz kirin. Di cejnê de xwarinek hat dayîn û şervanên YBŞ’ê jî beşdar bûn.

Berdevkên YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan û Dêrsim Şengal di merasîmê de bang li gelê Êzdî kirin ku xwedî li bawerî û çanda xwe derbikevn û wiha gotin: “Divê ciwan beşdarî refên YBŞ’ê bibin û ev bihêztir bibe. Enceq mirov dikare bi vî awayî Şengalê azad bike.” Tolhildan û Şengal bang li gelê Êzdî kirin ku yekîtiya xwe xort bikin û wiha gotin: “Em cejna Êzdiyên ku di destê dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê de jî pîroz dikin û ji bo ev gel rizgar bibe, divê hemû ciwanên Êzdiyan tevlî YBŞ’ê bibin.”

Berdevkên YBŞ’ê diyar kirin ku gelê Êzdî xwediyê dîrokekî kevnare û wiha gotin: “Gelê Êzdî di her şert û mercekê de wê cejna xwe pîroz bikin. YBŞ hêza parastina Êzdiyane. Emê YBŞ’ê bihêz bikin û emê baweriya Êzdiyan biparêzin.”

Berxwedan Tolhildan û Dêrsim Şengal bal kişandin ser beşdarbûna welatiyên Şengalê û wiha gotin: “Ev beşdarbûn erêniye û Êzdî wê bi vî awayî bi yekîtî û bi hev re bûnê bigihin serkeftinê.”

Di merasîma cejna Êzdiyan a li çiyayê Şengalê de hêjmarek zêde ya jin û zarokan jî beşdar bûn. Berdevkên YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan û Dêrsim Şengal cejna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû gelê Êzdî pîroz kirin.