YE’yê hê ji DAIŞ’ê re negotiye terorîst!
BERLÎN/ANF 28.08.2014 07:19:48 Hate hînbûn ku DAIŞ’a ku herî dawî li Başûrê Kurdistanê komkujî pêk anî, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hê neketiye lîsteya ‘rêxistinên terorê’. Parlamentera Partiya Çep a Elman Ulla Jelpke der barê mijarê de ji Wezareta Karên Hundir a Elman agahî girt, helwesta YE’yê bi tund rexne kir.
Li gel êrîşên hovane û komkujiyên ku DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistan, Rojava, Iraq û Sûriyeyê pêk anî, welatên Rojava hê li dijî vê rêxistinên tu pêkanînek nekiriye.
Di rojên buhrî de parlamentera partiya Çep Ulla Jelpke der barê mijara ku DAIŞ xistine lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya YE’yê yan na pêşnûmeyek da hikûmeta Elman. Jelpke der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku rayedarên Wezareta Karên Hundir, bi devkî bersiv danê û got ku li gorî bersivê DAIŞ nexistine lîsteya terorê.
HINCET, DAIŞ HER TIM NAV DIGUHERE!
Jelpke da zanîn ku rayedaran ji wê re gotiye; “DAIŞ û komên alîgirê wê her tim nav diguherin. Berê El Qaîde, piştre Sûriyeya Mezin û dawî jî Dewleta Îslamî ya Iraqê û niha jî Dewleta Îslamî ye. Ji ber guherîna van navan DAIŞ hê neketiye lîsteya terorê.”
Jelpke da zanîn ku ev mijareke gelek girîng e û got ku divê demildest YE, DAIŞ’ê bigire lîsteya terorê.
Li aliyê din Jelpke da zanîn ku mîlîtanên PKK’ê bi hezaran gelê Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kiriye, lê li gel vê geşedana girîng PKK hê di lîsteya terorê de ye, divê demildest PKK ji vê lîsteyê bê derxistin.
JELPKE BI KESÊN JI ŞENGALÊ RIZGAR BIBÛ RE HEVDÎTIN KIR
Ulla Jelpke ji bo ku rewşa bi dehzaran Êzidiyên ji Şengalê reviyan û çûn Rojava di cih de bişopîne, bi Êzidiyan re hate cem hev û lêkolîn kir. Jelpke li Qamişlo daxuyaniyek da û diyar kiribû ku ne DYA’yê PKK’ê gelê Êzidî ji komkujiyê rizgar kiriye.