1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yek daxwaz heye: Gel dixwaze Rêbertiya xwe bibîne
Yek daxwaz heye: Gel dixwaze Rêbertiya xwe bibîne,yek,daxwaz,heye,gel,dixwaze,rêbertiya,xwe,bibîne

Yek daxwaz heye: Gel dixwaze Rêbertiya xwe bibîne

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Wekîlên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kirin ku rewşa Ocalan bi giştî gel dixe nava fikaran û hat gotin ku heta 5'ê îlonê ji bo hikûmetê dem hatiye dayîn heke hevdîtin pêk neyê dê grev destpê bike û hat diyarkirin ku tenê daxwaza gel ew e Rêbertiya xwe bibîne.

Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu bang li hikûmetê kirin ku divê demek ji ya din zûtir hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê. Wekîlan piştrast kir ku tecrîdê li ser gel fikarên cidî derxistine holê û diyar kirin ku bi tecrîdê şer tê kûr kirin.

Di 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê çî qewimî?

Wekîla HDP'ê Leyla Bîrlîk, pirsa "Di 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê çi qewimî" kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber tu agahî nayên bihîsitn fikarên me gelekî zêde dibin. Tenê daxwazeke gelê kurd heye divê der barê tenduristiya Ocalan de agahî bê dayîn. Bi giran kirina tecrîdê re gelê li Tirkiyeyê di binê êrîşê de tê girtin."

‘Daxuyaniyên wezaretê tu wateya xwe tune'

Ferhat Encu jî destnîşan kir ku felsefeya Ocalan xwedî aştiyeke civakî ye û li ser tecrîd û hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê rawetiya û aşkera kir ku gel di nava tengezarî û fikarên cidî de ye. Encu gotinên wezareta edaletê ên wekî 'Rewşa Ocalan baş e' jî bi bîr xist û anî ziman di çavê gelê kurd de tu wateya van daxuyaniyan tune, divê demek ji ya din zûtir hevdîtina bi Ocalan re bê lidarxisitn.

Encu li ser helwesta hikûmetê jî sekinî û got ku hikûmet her tiştî pir asayî dibîne, wekî ku hewldaneke derbeyê pêk nehatiye û bi asayî dibîne.

Encu tecrîda li ser Ocalan hewldaneke derveyî mirovahiyê dît û bang li hikûmetê kir ku heta 5'ê mehê der barê rewşa Ocalan de agahî bide an dê siyaseta kurd di hewldana xwe de xwedî biryar e. Encu piştrast kir ku tenê daxwazeke wan heye, gel dixwaze hîm bibe ka Ocalan rewşa wî çawa ye, dijî an na.

Encu herî dawî da zanîn AKP bi tecrîda li Îmraliyê re polîtîkaya şer kûr dike, heke deriyên Îmraliyê bên vekirin dê hikûmeta bi xwînê siyasetê dike biqede, ji ber vê ditirsin û tecrîdê kûr dikin.

(ms)