Yek, du, sê Şemzînan!
COLEMÊRG (Amîda Kurd) - Çapemeniya tirk bi senaryoyeke balkêş nûçeyên îro yên Geverê dide. Li gor çapemeniya tirk 4 polîsên ku çûne kesekî bi navê Muhsin D. bigirin û bibin qereqolê bûne armanca êrîşa gel. Çapemeniya tirk îdia dike ku 3.5 sal ceza li Muhsin D. hatiye birîn û 4 polîs çûne ji bo girtina wî. Lê di dema birina wî de, Muhsin D. di paceya siwareya polîsan de gazî kiriye û gotiye "hewar e, min direvînin." Li ser vê yekê geveriyan pêşiya siwareyê girtine û 3 polîs reviyane, yek jî di nav destê gel de maye. Îdiaya çapemeniya tirk li aliyekî, çapemeniyê nûçe zêde dernexist pêş. Çapemeniya tirk ku rastî ev bûya ev nûçe bi vî rengî nedavêt binî.
Ajansa nûçeyan a Dicle ku li Bakur ajansa herî xurt e di warê nûçeyên herêmê de, digel wêneyan deqe bi deqe agahî dan. Li gor ajansê kesekî ku xwestiye bombeyekê dayne ber Navenda Kargeha Zagroês ji aliyê gel ve hatiye desteserkirin, kesek jî reviyaye. Li gor nûçeya ajansê di vî karî de ne 4 kes, lê 2 kes hene. Her wisa qet behsa binçavkirina kesekî nayê kirin.
Şikek din a bûyerê jî der barê Walî de ye. Walî di daxuyaniya xwe de dibêje ku lêkolîn tê domandin û di demek kin de dê encamek were standin. Yanî Walî ji agahiyên destê xwe ne bawer e, an jî pêşî dê li hewayê binihêre bê ka çiqasî bûyer dikare were berevajîkirin. Heke di destê gel de zêde delîl û nîşan tunebin dê di demek kin de Walî bi senaryoya pêşkêşkirî derkeve pêş û ne dûrî gumanan e ku Erdogan jî bi wê senaryoyê çend gotinên tûj bike.
Di dema bûyeran de zarokek jî ji aliyê panzêra polîsan ve bi giranî hatiye birîndarkirin ku çapemeniya tirk qet behs nake.
Nûçe: amida kurd
Wêne: DIHA