Yek jê giran 28 leşker birîndar bûn
Li Agiriyê teqîn: Yek jê giran 28 leşker birîndar bûn
Li nêzî gundê Turkelî yê ser bi navçeya Zêtkan yê Agiriyê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de di lûleya gaza xwezayî de teqînekê rû da. Ji ber sedema teqînê yek jê giran 28 leşker birîndar bûn.
Duh şev li derdora demjimêr 23.00’an de li nêzî gundê Turkelî yê navçeya Zêtkan di lûleya gaza xwezayî de teqînekî mezin rû da. Di dema teqînê de li gorî agahiyên destpêkê, 28 leşkerên di karwana leşkerî de birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê Zêtkan, piştî teqîna di lûleya gaza xwezayî ya ji Îranê tê de şewat derket. Agir bi girtina vaneyên gaze re temirî.
10 leşkerên di teqînê de giran birîndar bûn piştî mudaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Zêtkan rakirin nexwexaneyên Dewletê yên Agirî û Erziromê.
Waliyê Agiriyê Mehmet Tekînarslan aşkera kir ku, teqîn ji ber teqandina bombeya bi komandoya ji dûr ve rû daye.
Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpê kirin, her wiha tehmîr kirina di lûleyê de jî didomin.
ANF NEWS AGENCY