1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Yekane hêza dikare hegemona AKP'ê bişikîne HDP ye"
"Yekane hêza dikare hegemona AKP'ê bişikîne HDP ye",yekane,hêza,dikare,hegemona,akp,ê,bişikîne,hdp,ye

"Yekane hêza dikare hegemona AKP'ê bişikîne HDP ye"

Ji pêkhateyên Eniya Çep a Fransayê Partiya Çep (Parti de Gauche) bi daxuyaniyekê ragihand ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, ji bo pêşeroja Tirkiye û Rojava girîng e

A+ A-

PARÎS - ANF Eniya Çep a Fransayê ku rêxistinbûyîna herî xurt a li mûxalefeta li welêt e, destek da HDP'ê. Ji pêkhateyên eniyê Partiya Çep (Parti de Gauche) bi daxuyaniyekê ragihand ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, ji bo pêşeroja Tirkiye û Rojava girîng e.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hilbijartinên di 7'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê werin kirin, wê derfetê ide welatiyan ku projeyeke demokratîk, civakî, aştiyane û antî-kapîtalîst nîşan bidin. Ev yek wê bibe projeyeke ku mafên xebatkaran, hindikahiyan (Kurd, Elewî, LGBT'î, jin) û hawirdorê esas digire."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekane hêza siyasî ya dikare hegemonya polîtîk a AKP'ê û Tayyîp Erdogan bişikîne Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û hat gotin, "Hikûmeta AKP'ê ev yek gelekî baş fêm kir. Lewma bi gotinên 'rêxistina terorîst' an jî 'ji bo demokrasiyê xetere ye' bi zimanekî tund HDP'ê hedef digire. Ji bo ronîkirina êrîşên bombeyî yên 18'ê Gulanê yên li hemberî buroyên HDP'ê yên li Edene û Mersînê, nakeve nava ti hewldanan."

Partiya Çep da zanîn ku sîstema hilbijartinê ya li Tirkiyeyê ji ber benda ji sedî 10'an bi temamî dûrî ji edaletê ye û ragihand ku eger HDP ji bendê derbas bibe wê nehêle Erdogan bibe xwedî piraniya parlamenteran ku karibe destûra bingehîn ji bo sîstemeke hîn otorîter biguherîne.

Partiya Çep diyar kir ku serketineek gengaz a AKP'ê wê azadî, laîktî û mafên jinan bêhtir bixe nava rewşeke xetere û desteka hikûmetê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê bibîr xist. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ya herî xerab jî ew e ku rejîma Tirkiyeyê wê ji bo şikandina xweseriya li Rojava, desteka xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, vê stratejiya xwe ya bi zerer a li Kobanê têk çû, dewam bike."

Partiya Çep ji bo hilbijartinên roja Yekşemê destnîşan kir ku ew destekê didin HDP'ê û namzetên HDP'ê da xuyakirin ku Berxwedana Gezî û hilbijartinên Serokkomariyê yên 2014'an nîşan dane ku 'gel wê serî netewî ne.'