1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekemîn konferansa ciwanên êzdî pêk hat
Yekemîn konferansa ciwanên êzdî pêk hat,yekemîn,konferansa,ciwanên,êzdî,pêk,hat

Yekemîn konferansa ciwanên êzdî pêk hat

A+ A-

12 Gulan

ŞENGAL (DÎHA) – Tevgera Êzdiyan a Demokratîk (TEVDA), Yekemîn Konferansa Ciwanên bi beşdariya 120 delegeyan li bajarokê Şengalê pêk anî.

Yekemîn konferansa ciwanên TEVDA roja 9’ê Gulanê û bi beşdariya 120 delegeyan dest pê kir. Konferans bi dirûşmeya ‘Ciwanên birêxistinkirî teminata neteweya demokratîk in’ dest pê kir. Konferans bala kurdên Êzdî kişand û bû cihê keyfxweşiyê. Di konferansê de rewşa siyasî û rêxistinê hat destgirtin. Di beşa nîqaşên siyasî de hat gotin ku civata Ezdî timî bi qehremanî li ber xwe daye, ti caran teslimiyet qebul nekiriye û rûmeta xwe parastiye. Ji ber vê yekê jî timî rastî komkujiyan hatiye. Di konferansê de bi berfirehî behsa êrişên Faris, Ereb û Tirkan ê li dijî Êzdiyan hat kirin û wiha hat gotin: “Di dema Împaratoriya Osmaniyan de têgîna Kurdistanê di nava sedan fermanî de ango di nava fermanên siltan de timî hatiye bikaranîn û bi taybet ji bo civaka Êzdiyan serdemeke herî xemgîn bû. Ji ferman û talankirinan wêdetir civaka Êzdî mehkûmî koçberiya seranserî cîhanê bûn. Piraniya wan koçberî Şingal, Ewrûpa, Rojavayê Kurdistan, Ermenîstan, Gurcistan û Rûsya bûn. Belê bi mayîna li Rojava û Şingal siyaseta desthilatdar û dagirkeran li ser wan ti car nesekinî. Ji komploya Tirkê Spî ya sala 1925’an û pêve bi Plana Islahkirina Şerqê xwestin rastiya Kurd bi temamî ji dîrokê rakin, her cure mîrate û navlêkirinên têkildarî Kurd, Kurdistan û Kurdîtiyê bi carekê bi rêbazên dehşetwarî hatin qedexekirin, welatê Kurdan ‘bi hikmê tine’ hesibandine û xwestin bikin ku ew êdî ne diyarde bin. Ev darbeya li dijî têgîna Kurdistanê gelek armancên xwe hene. Ji bo ewlekariya Îsraîlê weke Proto-Îsraîlekê hewcedarî bi avakirina dewletên netewe yên Kurd û Tirk heye. Dewleta netewe ya Tirk a Proto-Îsraîl bi CHP’ê pêk anîn, li cem Kurdan jî bi PDK’ê dewletoka netewe ya Proto-Kurd pêk tînin.”

Derbarê rewşa rêxistinî de jî wiha hat gotin: “Piştî avakirina TEVDA car caran di nav xebatên giştî û car caran bi awayekî xweser heta sala 2010’an xebatên ciwanan jî wek dewrê perwerdeyên cuda hem li Şingal û hem li derveyî Şingalê hatin meşandin. Ew xebat Mînak wek perwerdeyên kompîter, zimanê kurdî, li ser çand û hunerê û herwiha yên fikrî hatine dîtin. Di van salên dawî de jî beşdarbûna ciwanên Şingal ya konferansan çêbûye; konferansa Êzîdiyan ya navnetewî li Amedê; kongreya netewî ya ciwanan li Rojava û Konferansa gencanî welatparêz li Hewlêrê. Her wiha tevlîbûna perwerdeyên Akademî û Ragihandinê jî û dîsa tevlîbûna çalakiyên cur bi cur çêbûne.”

Hat gotin ku xebatên ji bo konferansê ji tebaxa 2013’an ve destpê kirine û wiha hat gotin. “Li Şingalê dewrê perwerdeyên cuda heftane hatin dîtin wek perwerdeya zaravayê kurmancî, perwerdeya dîrokî, siyasî û îdeolojî. Herwiha dîsa perwerdyên fikrî li dervey Şingal jî hatin dîtin. Ji bo birêvebirina kar û xebatan heta pêvajoya Konferansê bimeşin Komîsyonek ji 5 kesan hate avakirin. Ew Komîsiyon weke rêveberiya gîştî jî kar û xebatên xwe meşand.”

Ciwanên beşdarî konferansê bûne destnîşan kirin ku divê ciwan li hemberî her êrişekî li dijî kurdên Êzdî hişyar bin û wiha hat gotin: “Li hember van siyaset û planên qirêj ên ku li ser gelê me yê Êzdî tê meşandin, em wekî ciwanan xwe rêxistin nekin û pêşengtiyê ji daxwaz û hêviyên gelê xwe re nekin, em ê nikaribin gelê xwe ji her cure êrîş û fermanan rizgar bikin. Ji bona wê, banga me ji bo hemû ciwanên Êzdî yên çiyayê Şengalê heye ku bila xwe di bin banê ciwanên TEVDA de bi rêxistin bikin û berpirsiyartiya xwe ya dîrokî pêk bînin. Ger em weke ciwanên APOcî bi wêrekî tevbigerin, em dikarin ji van pirsgirêkan hemûyan re bibin bersiv û destûr nedin tiştên bi vî rengî. Soza ku me daye Rêber APO û şehîdan jî ev e.”

Di konferansê de gelek biryar li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakî, perwerde, rêxistinbûyîn û çapemeniyê de hatin girtin. Biryarên hatine girtin wiha ne; “Biryarên derbarê Rêber APO de;

1- Ciwanên TEVDA yên Şengalê dawî anîna esareta Rêber APO datîne navenda hemû xebatên xwe. 2- Ji bo xala yekemîn pêk were, hewl dide ku bi her cureyê çalakiyan bibe bersiv.

Derbarê çalakiyan de;

1- Têkoşin ji bo ronîkirina komkujî û fermanên li ser Êzdiyan. 2- Li dijî dagirkirina welat her cure çalakiyan pêş dixe. Wekî protesto, daxuyanî, kampanyayên îmzeyan û hwd… 3- Li dijî polîtîkayên bişavtin û qirkirina çandî çalakiyên demokratîk ên cur be cur pêş dixe. 4- Li hemberî çanda tecawizê (fihûş, haşîş û hwd.) têkoşîn dike û çalakiyên pêwîst li dar dixe. 5- Di vê pêvajoyê de pêşengtiya hemû çalakiyên li Şengalê bêne çêkirin dike. Derbare perwerdeyê de;

1- Xwendina hemû parêznameyên Rêber APO ji xwe re esas digire. 2- Perwerdekirina civakê dixe bingeha kar û xebatên xwe; taybet a ciwanan. 3- Perwerdeyên xwe, bi awayekî xweser û gîştî dimeşîne, 4- Avakirina pirtûkxaneyê ji xwe re dike hedef. 5- Pêşxistina wêjeya derbarê Êzdiyan de. 6- Hewldanên ji bo lêkolînkirina dîroka Êzdiyan.

Derbarê rêxistinbûyînê de;

1- Her komîteyek li gorî pêwîstiyên kar û xebatên xwe, komunan ava dike, 2- Bi perspektîfa konferansa Ciwanên TEVDA yên Şingal ya 1. Lijneyên pêwîst (xwendekaran, ragihandin, perwerde, çand û huner û werzîş, jinên ciwan û hwd.) ava dike. 3- Di nava karkerên xort ên ku diçin derveyî Şengal, rêxistinbûyîna wan ji xwe re dike hedef.

Derbarê çapemeniyê de;

1- Di hemû kar û xebatên çapemeniyê de rewşa Rêber APO dike rojev û felsefeya jiyanê ya Rêber APO bi rêya weşanên xwe belav dike, 2- Di malpera roja ciwan de xwe ji beşa kurmancî berpirsiyar dibîne û tevlîbûna xwe jêre çêdike, 3- Xwe ji kovara `DIJLE` berpirsiyar dibîne, 4- Ji bo fikir û ramanên ciwanên Êzîdî bîne ziman govarek xweser a ciwanan dike hedef.” Konferansê piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava jî diyar kir û wiha hat gotin: “Em destkeftîyên Rojavayê Kurdîstanê wekî destkeftiyêngelê Kurd dibîn, piştgiriya xwe ji bo Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrîne tînîn ziman.” Di dawiya konferansê de jî hat gotin ku divê hewldan û tekoşîna ji bo pejirandina ola Êzdatiyê li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bê dayîn.

(mo/mae)