1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekgirtina navbera Hizba Ayînde û YNK’ê de hat îmzekirin
Yekgirtina navbera Hizba Ayînde û YNK’ê de hat îmzekirin,yekgirtina,navbera,hizba,ayînde,û,ynk,ê,de,hat,îmzekirin

Yekgirtina navbera Hizba Ayînde û YNK’ê de hat îmzekirin

Protokola yekgirtina navbera Hizba Ayînde û YNK’ê de hat îmzekirin. Di merasîma îmzekirinê de Kûsret Resûl diyar kir ku ew hêvî dikin aliyên din jî bibin yek û li gel dijminan nebin yek. Her wiha Mele Bextiyar jî got ku ew naxwazin PDK li ser wan desthilata xwe bimeşîne

A+ A-

ROJNEWS/RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

Îro li polîtburoya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekî tevlîbûna Sekreterê Giştî yê Hizba Ayînde Qadir Ezîz, Cigirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl, berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û gelek endamên her du aliyan, protokola yekgirtina YNK û Hizba Ayîndeya Kurdistanê hat îmzekirin.

Merasîm destpêkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre axaftina yekem ku ji aliyê Cigirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl ve hat kirin, wiha got; “Yekgirtina her du aliyan gavek pir giring e. Em daxwaz dikin ku aliyên siyasî rewşa welatiyên Herêma Kurdistanê diber çavan re derbas bikin û guhdarî daxwazên xelkê bikin. Pêwîste hemû alî bi berpirsiyartî tevbigerin û hevdû qebûl bikin. Divê ti aliyekî me dest nexwe nav destê neyaran de.”

Piştre jî berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar ku axivî, wiha got; “Yên ku DAIŞ bi şaşî nas kirin û wisa fikir dikin ku wê karên baş bike, têgihiştinek pir şaş e. Ji bo wê niha em gihane wê rastiyê ku DAIŞ’ê gelek sûcên mezin kirine. Pêşmerge, şervan û gerîla bi hemû hêza xwe û serbilindî roj bi roj pêşda diçin û DAIŞ’ê têk dibin.”

‘Em naxwazin PDK îradeya xwe li ser me bide ferzkirin’

Mele Bextiyar wiha jî dewam kir; “Lihevkirina YNK û Tevgera Goran bandorek mezin a erênî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê da çêkirin. Me karî bi vê lihevkirinê pirsgirêka navbera du hêzan de çareser bikin. Em naxwazin ku PDK îradeya xwe li ser me bide ferzkirin û meşandin. Em jî wê îradeya xwe li ser PDK’ê ferz nekin û aliyên din ên Kurdistanê de.”

Bextiyar wiha jî axivî; “Me li gel Hizba Ayîndeya Kurdistanê yekgirtin çêkir. Yekgirtin cûdaye li gel lihevkirinê. Lihevkirina siyasî ji bo bidestxistina armancên siyasî ye. Belê yekgirtin ew e ku du hêz hevdû bigirin û bikaribin bi hemû hêza xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan hewldan bikin. Ev yekgirtine ji bo bihêzkirina eniyên şer ên pêşmergeyan jî pir giring e.”

Têkildarî postê Qadir Ezîz jî Mele Bextiyar wiha got; “Wê posta Qadir Ezîz dinava YNK’ê de weke endamê polîtburoya YNK’ê be.”

Piştre jî Sekreterê Giştî yê Hizba Ayînde Qadir Ezîz jî ku axivî, wiha got; “Di şerê dijî DAIŞ’ê de pêşmerge, şervan û gerîla xwedî rolek bibandor bûn ji bo parastina Kurdistanê. Belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke pêwîst alîkariya pêşmergeyan nekir.”

Qadir Ezîz wiha jî dewam kir; “Xelkê Herêma Kurdistanê giliyên wan der barê lihevkirina YNK û Tevgera Goran de hene. Ji ber ku ti tiştek ji bo xelkê nekir. Ji bo wê ez ji bo hemû aliyan piştrast dikim ku ez û hevrêyên xwe yê ji bo çareseriya pirsgirêkan wê li gel YNK’ê bibin alîkar. Bi heman şêwey ji bo çareseriya pirsgirêkên nav YNK’ê jî.”

Piştî axaftina aliyan û berpirsan ji aliyê Cigirê yekemî Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl û Sekreterê Hizba Ayînde Qadir Ezîz û amadebûna endamên polîtburoya YNK’ê û Hizba Ayînde, protokola yekgirtina herdu aliyan hat îmzekirin.

(sk)