‘Yekîtiya Star nûnerê vîna siyasî ya civakê ye’
GIRKÊ LEGÊ - Rêxistina Yekîtiya Star li salona Sendîkeya Karkeran a bajaroka Rimêlanê ya girêdayî bajarê Girkê Legê, civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di çarçoveya kar û xebatên Rêxistina Yekîtiya Star, li salona Sendîkeya Karkeran a bajaroka Rimêlanê ya girêdayî bajarê Girkê Legê ya Herêma Cizîrê, civîna xwe ya asayî ya duyemîn bi beşdariya 101 endamên rêxistinê yên bajarokên Rimêlan, Çilaxa, gundên Aliyan, saziyên civaka sivîl û hin partiyên siyasî, li dar xist. Di civînê de kar û xebatên meclîsê yên 6 mehan hatin nirxandin û sererastkirina şêwaza rêxistinî ya meclîsên wê hate nîqaşkirin.
Navenda ku civîn lê hate lidarxistin, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên YPG’ê û YPJ’ê hat xemilandin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Endama Kordînasiyona Rêxistina Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê axivî û berxwedana jinan di şoreşa Rojava de silav kir.
Dicle di axaftina xwe de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got ku ew ê ji bo azadiya wî têkoşîna xwe bilind bikin. Dicle di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Rêxistina Yekîtiya Star vîna siyasî ya civakê ye.
Dicle di berdewama civînê de da zanîn ji bo ku hemû êrîş û pilanên hêzên tarî û DAIŞ’ê vala bêne derxistin, pêwîste gelê Kurd ji hemû rewşên cuda re amade be.
Di civînê de piştî ku perspektîfên meclîsa Yekîtiya Star ji endaman re hat xwendin, deriyê gotubêjkirina şêwaza rêxistinî ya meclîsên rêxistinê li bajarê Girkê Legê li pêşiya beşdaran hat vekirin.
Di civînê de her wiha Seroka Meclîsa Yekîtiya Star û cîgirên wê Rîhan Temo û Hala Yûsif, Desteya Rêveber ku ji 13 endaman pêk tê, hatin hilbijartin.
Civîn bi durişmeyên ku berxwedana YPG’ê û YPJ’êsilav dikin û bang li azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan dikin, bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Star civînên xwe yên asayî li hemû bajarên Herêma Cizîrê li dar dixe û ew amadekariyên konfiransa xwe dike.
(bş/jh)