Yenî Akît hate bombebaran kirin
Li dijî rojnameya Yenî Akît ya ku bi nûçeyên nîjadperest û provokatîv tê naskirin êrîşa bombeyî pêkhat
Stenbol - Li dijî rojnameya Yenî Akît ya ku bi nûçeyên nîjadperest û provokatîv tê naskirin êrîşa bombeyî pêkhat. Bombe avête tesîsa matbaya Rojnameyê ya li Bagcilarê.
Rojnameya Yenî Akît ya nîjadperest ku her tim nûçeyên wê derew derdikevin, matbaya wê hate bombebaran kirin. Bombeya ku danîn ber tesîsên matbayê ya li ser Rêya Orhangazî ya Taxa Bagcilar Goztepeyê, bi dengek mezin teqiya. Polîsên ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê, banda ewlekariyê kêşan û hûrkolîn pêkanîn. Paketekî bigûman ya li baxçe hate dîtin bi funyeyê hate teqandin.
Hate ragihandin ku, di dîmenên di kameraya ewlekariyê de hate dîtin du kes bi lez ji cihê bûyerê direviyan. Daxuyaniya ku di rojnameyê de hatiye dayîn hate diyarkirin ku, ji sê bombeyên dest yên avêtine tesîsa matbayê du ji wana teqiyane, yek jî ji aliyê yekîneyên îmhakirinê ve hatiye bêbandor kirin.
ANF NEWS AGENCY