YJA: Divê her der bibe Lice û Meskan
BEHDİNAN 07.06.2014 09:31:43 Koordînasyona YJA’yê berxwedana li Licê û Meskanê slavkir û got divê her der bibe Meskan û Licê.
Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad (YJA) daxuyaniyek da û der barê çalakiyên li dijî çêkirina qerekol û polîtîkayên pêvajoya çareseriyê yên AKP’ê û çalakiya dayikên ku ji bo zarokên xwe yên çûne çiyan nirxandin kir.
Di daxuyaniyê de berxwedana Licê û Meskanê hat slavkirin û bang li dayikên ku zarokên wan çûne çiyan kir ku ji AKP’ê hesab bipirsin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Pêvajoya ku çarseriya demokratîk ku Rêber Apo bi hewldaneke mezin pêş xist, AKP’ê tu berpirsyariya xwe neanî cih û h erwiha hewl da pêvajoyê mijûl bike. AKP’ê di vê pêvajoyê de di polîtîkayên xwe yên qirêj û sînsî de israr kiriye. li dijî civakê êrîş pêk aniye û giranî daye çêkirina qerekolan. Li dijî gelê me êrîş pêk aniye û gelê me jî li dijî vê ketiye berxwedfanê. Li Licê û Meskanê gelê me di berxwedanê de ye û em wan slav dikin.
Gelê me ji bo parastina hebûn û azadiya xwe çalakî pêk aniye. Li djî paşîzma AKP’ê xwe parastina mafê herî xwezayî ye. gelê me ev mafê xwe di serî de di parastina rewa de di alî siyasî, civakî, aborî, çandî û ekolojîk de divê pêş bixe. Divê gelê kurd parastina xwe ya rewa teslîmê tu hêzî hene. divê xebata xwe ya berxwedanê bi hêztir bike. gelê kurd ev 40 sale têdikoşe û bi rêxistin û îradeyê li Kurdistanê desturê nede tu dagirkeriyê. Divê gelê kurd têkoşîn xwe bilind bike û çalakiyên li Licê û Meskanê li here derê Kurdistanê belav bike. di serî de jî divê her aliyên civakê tevli van çalakiyan bibin.
Em her roj dibin şahidê polîtîkayên qirêj yên AKP’êd. Yek ji van polîtîkayan jî polîtîkaya di mijara ciwanên ku derketine çiyê de ye. di têkoşîna 40 salî de dayikên me her tim di eniya pêş de cih girtine û bi hewldaneke mezin di nava têkoşînê de cih digirin. Dayikên kurd di her şert û mercî de têkoşîn meşandine. Li dijî her cureyên êrîş û qirkirinên hikûmeta AKP’ê xwedî li rumeta xwe derketine. Dayikên me her tim rastî êrîşên polîs û leşkerên tirk hatine. Dayikên me her şehîd bi biryareke mezin pêşwazî kiriye û tu car ji sekna xwe ya bi rumet tavîz nedaye. Di vî şerî de êşa herî mezin dayikan kişandiye. Rastiya gelê kurd eve. Ji ber vê em her tim li pêşberî wan bi hurmentin.
CIWANÊN KURD DIKIŞÎNIN NAV FUHUŞÊ
Desthilatdariya AKP’ê her tim di şexsê zarokên kurd de polîtîkaya qirkirinê pêk aniye. Îro li zindanan bi hezaran zarokên kurd hene. Her wiha zarokên kurd bi zanebûn tevli fuhuşê dikin. zarokên rastî tecawaizê tên, zarokên tiryakê bikartînin bi taybet tên perwerdekirin û dikin sîxur.
DAYIKÊN ZAROKÊN WAN ÇÛNE ÇIYÊ DIVÊ JI AKP’Ê JÎ HESAB BIPIRSIN
Dayikên zarokên wan çûne çiyê divê AKP’ê jî hesab bipirsin. Yên ku hawira şer didomîne AKP ye. yê ku bersivê nade nêzîkatya çarseriya demokratîk ya serokatiya me AKP ye. yê ku divê hesab jê bê pirsîn AKP ye. dayik divê nebin amûrê hesabên erzan yên AKP’ê. Divê tevgera kurd reş nekin û her cureyên polîtîkayên qirêj xwe rêxistin bikin.”