YJA: Dixwazin jinên Rojavayî bê nasname bihêlin
ANF-BEHDÎNAN 18.02.2014 10:20:50 Li Başûrê Kurdistanê ji ber tundiya li dijî jinê û îstîsmara zayendî xwekuştin û komkujiyên jinan hînê zêde ne. Li gorî daneyan di nava du mehên dawî de 22 jinan bedena xwe dan ber agir. Li vê tabloya xetere, êrîşên zayendî û zexta fûhûşê ya li dijên Rojavayî yê neçar mane koçî Başûrê Kurdistanê bikin, zêde bû. Endama Meclîsa YJA'yê Rotînda Amed got, "Polîtîkaya bênasname hiştin û xistinê tê meşandin. Ji rastiya jina rêxistinbûyî ditirsin."
Amed êrîşên li hemberî jinan bi feraseta desthilatdariyê ya li Başûrê Kurdistanê ve girê da û got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rejîma wê, bi temamî li derdora hêz û desthilatdariyê teşe girtiye. Civakîbûna vê pêkhateya siyasî ya hemû derfetan ji bo berjewendiyên xwe yên teng bikar tîne, cihê nîqaşê ye. Herî zêde jinên ji Başûrê Kurdistanê bûne mexdûrên şer û sîstema bi feraseta desthilatdarî û dewletê."
Rotînda Amed bal kişand ser êrîşên li hemberî jinên Rojavayî yên koçî Başûrê Kurdistanê kirine û diyar kir ku tê xwestin jinên penaber bi birçîbûnê terbiye bikin û zexta fûhûşê li wan tê kirin. Amed got, "Eger îro jinên Kurd ên Rojavayî yên li Başûrê Kurdistanê neçar tên hiştin fûhûşê bike û destê xwe vegire, ev yek ne şerma wan jina ne, şerma wicdan û mejiyê hikûmet û mêr ê li ser desthilatdariya hikûmetê ye. Ev zîhniyetê serdest bi tenê dest navêje jinên xwe li wan girtiye, di heman demê de bi xwestina xaka wan re, dixwaze dest biavêje. Dest diavêje hebûna wê."
Amed diyar kir ku di binê êrîşên berfireh ên li hemberî jinên li Başûrê Kurdistanê de, hewldanên ji bo şêlandina nirxên bi berdêlên mezin re li Rojava hatine avakirin hene û wiha axivî:
"Ya rast, ji rastiya jina rêxistinbûyî ditirsin. Bi destavêtina jinên Kurd re hewl didin mîna xwe bê vîn bikin. Ji xwe malbata keça ciwan a li Hewlêrê rastî destavêtina komî hat, ji aliyê PDK'ê ve bi dayîna pereyan hatiye bêdengkirin. Ji aliyekî ve bi destavêtinê re polîtîkaya bênasname hiştin û xistina ji civakê dimeşîn, li aliyê din jî bi bikaranîna hêza xwe ya aborî re hewl dide -di serî de malbat- her kesî ji vê rewşê razî bike û civakê bike parçeyek ji desthilatdariya xwe, dûvikek desthilatdariya xwe."
JINÊN DIN...
Amed da zanîn ku destavêtin û tundî bi tenê ne li hemberî jinên Rojavayî tê kirin û got, "Ji ber polîtîkaya bi salan a hikûmeta Başûrê Kurdistanê, jinên ji gelên din ên li Başûr dijîn jî mexdûr in. Bi hezaran jin û ciwanên Endonezyayî li navendên mezin ên bazarê bi erzanî tên xebitandin, li malan weke xizmetkar tên bikaranîn û ya xerab jî mîna mirovên din tên dîtin. Di nêzîkatiya li hemberî jinên Ereb de jî şêweyeke talankirinê ya ji yên din xerabtir, li holê heye."
WEKE XENÎMET TÊN DÎTIN!
Amed anî ziman ku li şerên li her devera cîhanê de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û destnîşan kir ku pêwîste hedefgirtina jinan di şer de weke konsepteke êrîşê ya bi zanebûn bê dîtin. Amed got, "Çi jinên ji Rojava çi jî ji gel û neteweyên Ereb, Fars, Yahûdî, Ermenî, Rûm, Çerkez, Tirk, Îngilîz, ji bo zîhniyeta mêr xenîmeteke şer in. Ji ber ku şer, pêkanîn û berhema zîhniyeta mêr a desthilatdar e, dagirkerî û destavêtin e. Dagirkerî û destavêtin piştî ku li hemberî dil û bedena jinan hat kirin, li civak, netewe û welatan hat kirin."
Rotînda Amed ragihand ku di rastiya Başûrê Kurdistanê de têgihiştina şaş a "Me pirsgirêka xwe ya Kurdatiyê çareser kirin e, em azad in, ti pêwistiyeke me nîne, di ser re em dewlemend in" û destnîşan kir ku ev yek rewşeke asêmayî ye. Amed anî ziman ku pêwistî bi veguherîneke cidî ya zîhniyetê heye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava civakeke azad de gelo jin dikare xwe bişewitîne? Lê li Başûrê Kurdistanê hema hema her roj jin xwe dişewitînin. Bîlançoya fermî ya du mehên dawî nîşan dide ku 22 jinan xwe şewitandine. Û ev yek bi tenê hejmara fermî ye. Li kîjan civaka azad, ji ber mexdûriyeta şer her zilamek dikare bi awayekî qanûnî bi 4 jinan re bizewice? Kîjan civaka azad dikare sunetkirina jinan ji nedîtî ve bê? Diyare ku Başûrê Kurdistanê xwedî pirsgirêkek cidî ya azadbûnê ye."
DIVÊ JINÊN BAŞÛRÎ XWEDÎ LI JINÊN ROJAVAYÎ DERKEVIN
Rotînda Amed rexne kir ku nerazîbûnên li hemberî pêkanînên mijara gotinê kêm in û bang kir ku jinên ji Başûrê Kurdistanê bi jinên Ereb, Rojavayî, Endonezyayî û jinên ji gelên din ên li Başûrê Kurdistanê dijîn re bi awayekî rêxistinbûyî tevbigerin û li dijî van pêkanînan rawestin. Amed got, "Bêguman bûyerên dawî yên li Başûr rû dan, rê li ber hin nerazîbûnan vekir. Lê belê ya ku divê were kirin, vekirina qadên azadiyê ji bo jinên xwe li Başûr girtine. Ji bo bûyerên bi heman rengî yên destavêtinê rû nedin, divê hemû rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê vê êrîşê weke destavêtin û tundiya li hemberî xwe bibînin û bi piştevaniyê timî di nava çalakiyan de bin. Divê ji yên jiyan kirine çirav û têl di navbera me de rêsandine, hesab bê pirsîn."
LI JINÊN ROJAVAYÎ BANGA VEGERA LI XAKA XWE
Endama YJA STAR'ê Rotînda Amed bang li jinên ji Rojavayê Kurdistanê kir ku li xaka xwe vegerin û li wir beşdarî têkoşîna watedar bibin.