1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YJA: Li dijî hovitiya tecawizê dakevin qadan
YJA: Li dijî hovitiya tecawizê dakevin qadan,yja,li,dijî,hovitiya,tecawizê,dakevin,qadan

YJA: Li dijî hovitiya tecawizê dakevin qadan

A+ A-

HEWLER 11.01.2014 09:12:31 Koordînasyona Tevgera Jinan a YJA’yê, bûyera tecawiza komî ya ku jina penaber ya ji Sûriyeyê li Hewlerê rastî tecawizê hat şermezar kir û got: “Em bang li hemû jinên kurd dikin ku li qadan li dijî tecawizê dengê xwe bilind bikin.” YJA’ê her wiha bang li hikûmeta Hewlêrê kir ku tecawizkar bi awayekî herî giran bên cezakirin.

YJA’yê der barê bûyera ku jina ciwan ya ji Rojhilatê Kurdistanê bû û di 6’ê Çile de ji aliyê 6 kesî ve hat revandin û rastî tecawizê hat de daxuyaniyek da û hat diyar kirin ku ev bêahlaqiyeke mezin e.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di nava rojê de li her qadê jin rastî taciz, tecawiz û lêdanê tên. Komkujiya herî hovane salek berê di bihara kudan deli dijî kulîlkên azadiyê pêk hat. Tola her sê hevalên me şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî dê pêşî li qetilkirina jinan bigire. Gel û jinên kurd ev biryarbûn bi çalakiyên xwe derxistye holê. Bi vê wesîleyê em hemû çalakiyên 9’ê Çile slav dikin.

BÊEHLAQIYA HERÎ MEZIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin. “Di encama ambargo û polîtîkayên dijminahiyê yên li dijî gelê Rojava, bi hezaran kurd neçar man ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin. Bê guman bandora şerê qirêj herî zêde li ser jinan dimîne. Yek ji van hovitiyên li hemberî jinan pêk tê li Başûrê Kurdistanê hatiye jiyîn. Nasnameya tecawizê nîne. 6 mêran tecawizê jineke kurd ya Rojava kirin û ev jî hovitiya herî mezin ya zîhniyeta serdest ya mêr e.

Koordînasyona YJA’yê da zanîn ku di şerên ku tên meşandin di esasê de li dijî jinan pêk tê û êrîşên rêxistina El Qaîdeyê ya li dijî jinên kurd bibîrxist û got: “Hewldana El Qaîdeyê ya rewakirina tecawizkirina jinan, biryara dagirkirin û tecawiza li dijî gelê kurd e. piştî ku El Nursa li Rojava fetvaya tecawiza jinan da, bûyereke bi vî rengî ne tesadufiye.

BILA TECAWIZKAR BI AWAYEKÎ HERÎ GIRAN BÊN CEZAKIRIN

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev bûyera ku ahlaqê feodal jî dike bin piyan, ruyê tecawizkar yê li dijî jinên kurd û civaka kurd derxistiye holê. Vê fermanê dê gelê kurd û jinên Rojava qebûl nekin. Gelê me divê bêdeng menîne. Di serî de jinên başûrê Kurditanê û hemû jinên kurd divê dengê xwe bilind bikin. Divê hikûmeta KDP’ê van tecawizkaran bi awayekî herî giran ceza bike.

Her wiha divê jin li dijî vê bêdeng nemînin û dakevin qadan û vê sûvê mirovahiyê ya li dijî jinan lanet bike û şermezar bike.