YJA Starê 6’emîn konferansa xwe ya asayî pêk anî
LİZGE DERSİM - BEHDİNAN/ANF 10.12.2013 10:20:00 YJA Starê bi şîara ‘Em têkoşîna Sara û Rojînan bilind bikin, esareta Rêber Apo bişikînin’ 6’emîn Konferansa xwe ya asayî li Qadên Parastina Medya pêk anîn.
6’emîn Konferansa Asayî ya YJA Starê di navbera 27’ê mijdar-4’ê Kanûnê de bi tevlibûna 134 delege û temaşevanan pêk hat. Konferansê bi merasîma 27’ê mijdarê dest pê kir. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya PKK’ê Elîf Ronahî axivî û 27’ê mijdara mîlîtanên YJA Starê pîroz kir. Ronahî balkişand ser asta ku artêşa jinan a azad gihiştiyê.
MEŞA AZADIYA JINÊ BI PKK’Ê DEST PÊ KIR
Fermandara Biryargeha Navenda YJA Starê Delal Amed axaftina vekirinê kir. Delal Amed da zanîn ku tişta ku PKK’ê ji partiyên din cuda dike eve ku têkoşîna jinê ye û wiha got: “Îro 35’emîn salvegera PKK’ê ye. Meşa azadiyê ya jinê bi PKK’ê re dest pê kiriye. Ev 35 sale bi serkeftinên mezindidome. Mîmarê têkoşîna azadiyê jî Rêber Apo ye.
NIHA TIŞTA TÊ JIYÎN ŞOREŞA JINÊ YE
Amed diyar kir ku ew di şexsê Serokatiyê, Hakî Karer û Sakîne Cansiz li hemberî hemû şehîdan serî ditewîne û da zanîn ku YJA Star ne tenê ji jinên kurd re ji hemû jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê re pêşengiyê dike.
Amed bi lêv kir ku meşa azadiyê bi komeke biçûk destpê kiriye û hêdî hêdî mezin bûye û wiha pê de çû: “Jinên ku di vê tevgerê de cih girtin bedela azadiyê dan û ev roj afirandin. Niha tişta tê jiyîn şoreşe, şoreşa jinê ye. Ev şoreş bê guman dê bi xwer e şoreşa gelê kurd, şoreşa gelan biafirîne.
Konferansa me di heman demê rastî salvegera 20’emîn artêşbûna me ya jinê hatiye. Di sala 93’an de serokatiya me artêşbûna jinê îlan kir. Artêşbûn j ibo me gerîlabûn, îrade û biryarbûnê îfade dike. Ev 20 sale asta artêşbûna me ya jinan roj bi roj mezin dibe û li her parçeyê Kurdistanê belav bûye.
DI ARTÊŞA JINAN DE DI LUTKEYÊ DE YE
Delal Amed balkişand ser rola YJA Starê ya di pêvajoya şerê gel ya şoreşger û wiha dirêjî da axaftina we: “Me di 2011’an de me şerê gel yê şoreşger da destpêkirin. Di dema borî de qezencên mezin hatin bidestxistin. Bi taybet di hamleya şer a gel de hêza YJA Starê derket lutkeyan. Cara yekemîn bi hêzeke mezin ya jinan tevli hamleyekê hat bûyîn. Bi tevlibûnek mezin pêşengî hat kirin. Cara yekemîn bi hêza xweser çalakiyên xweser pêk hatin.
JI SEROKATIYA ME RE AZADÎ JI GELÊ KURD RE STATU
Amed anî ziman ku peywira sereke ya konferansa YJA Starê eve ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Statuya kurdan pêk bîne û got divê têkoşîn li gorî vê ji nûve bê rêxistin kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku çi dibe bila bibe, riya çareseriyê ne bi şer û şîdetê, bi rêbazên demokratîk divê bê çareserkirin. Ancax riyeke wisa aştiyek mayîn de bîne. Ji bo vê jî ev di her firsetê de nirxandiye. Serokatiya me di Newrozê de ev pêvajo aşkera kir. Em jî li gorî wê tevgeriyan. Ji Newrozê û şûnde pevçûn pêk nehatin. Beşeke hêzên me yên gerîla ji Bakur vekişiyan. Di bin tu şert û mercên qanûnî de ev pêk nehat. Ligel hemû astengiyan ev pêk hat.”
‘ZÎHNIYETÊ RASTÎ YÊ AKP'Ê DERKETIYE HOLÊ’
Amed diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ti ji gavên pêwîst neavêtiye, bi gotina "emê gavan biavêjin, pêşketinan biafirînin" rewşeke propagandayê ji xwe re derxistiye holê û pêvajo bi vî rengî meşandiye. Amed got, "Tişta ku AKP'ê li qada leşkerî kir, amadekariyeke şer bû. Rê, bendav çê kirin. Di şûna rakirinê de cerdevanî zêdetir kir. Di dewsa qereqolên zêde vala bikin de hejmara wan zêdetir kirin. Li Kurdistanê çêkirina ewçend qereqolan tê wateya dagirkirina Kurdistanê. Zîhniyetê rastî yê AKP'ê êdî derketiye holê."
Amed ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye rewşeke ku bi paşve gavan neavêje û axaftina xwe wiha dewam kir: "Parçeyekî Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşe. Ewçend destketî, nirx û xwîna şehîdên me hene. Em êdî mehkûmê serketinê ne. Ji bilî serketinê ti rê li pêşiya me nîne."
‘BI ŞOREŞA ROJAVA RE GELAN RÊYA ÇARESERIYÊ ZELAL KIRINE’
Di konferansê de pêşketinên li cîhanê bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin. Hat destnîşankirin ku li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke mezin dimeşîne û vê şoreşê rê li ber nirxên mezin vekiriye.
Hat diyarkirin ku êrîşên ji derve ve li dijî Rojava tên kirin encama konsepteke navneteweyî ne û hat gotin ku li ti devera cîhanê cih ji Kurdên xwedî vîn nîne û konsepta înkar û tinekirina gelê Kurd îro jî di meriyetê de ye.
Hat ragihandin ku ev konsept dixwaze gelan bi hev bide qirkirin, lê belê berxwedana gelê Kurd a li Rojava nîşan daye, têkçûna van hêzan raxistiye pêş çavan. Di konferansê de hat diyarkirin ku bi şoreşa Rojava re gelan rêya xwe ya çareseriyê zelal kirine û hat destnîşankirin ku ya li Rojava afiriye sîstema Konfederalîzma Demokratîk a bi pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Di konferansê de hat gotin, "Ev sîstem sîstemeke ku niha dikare ji hemû gelan re bibe mînak. Divê civak karibe xwe bi xwe rêve bibe, biparêze. Piştî ku xwe li vê derê birêxistin kir, dikare xwe bigihîne parçeyên din ên Kurdistanê."
PLANSAZIYA DU SALAN HAT KIRIN
6. Konferansa YJA Star, li dû nîqaşan plansaziya du salan destnîşan kir. Di konferansa ku ji nû ve avabûn hat rojevê de, yek ji biryarên bingehîn ên hatin stendin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina xweseriya demokratîk e.
Biryar hat dayîn ku li her cihê jin lê ye rêxistinbûyîna sîstema xweser were avakirin. Biryargeha Bingehîn a YJA Starê weke Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji nû ve hat birêxistinkirin. Di konferansê de têkoşîna azadiyê ya jinan û pirsgirêkên ewlekariyê jî hatin nirxandin û der barê parastina cewherî ya jinan de biryardarî derket holê.
Di konferansa bi beşdariya delegeyên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê de bi hilbijartinê Konseya Fermandaran a YJA Starê hat diyarkirin. Konseya Fermandaran a YJA Starê bi pêşniyar û dengdanê re bi awayekî demokratîk hat hilbijartin.Konferans li dû hilbijartin û axaftina girtinê, bi govenda bi coş a delegeyan û dirûşman bi dawî bû.