1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YJŞ/YBŞ: Armanca me rizgarkirina hemû gundên Êzîdanê ye
YJŞ/YBŞ: Armanca me rizgarkirina hemû gundên Êzîdanê ye,yjş,ybş,armanca,me,rizgarkirina,hemû,gundên,êzîdanê,ye

YJŞ/YBŞ: Armanca me rizgarkirina hemû gundên Êzîdanê ye

Fermandariya YJŞ/YBŞ'ê ragihand, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de heta niha zêdeyî 15 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. YJŞ/YBŞ'ê got, "Armanca me rizgarkirina hemû gundên Êzîdxanê û azadkirina dîlgirtiyan e."

A+ A-

ŞENGAL - ANF Fermanariya YJŞ/YBŞ'ê li ser Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê da xuyakirin, ku di 11'ê Mijdarê de li hemberî gundên Sekiniye, Heyale û Sewra yên li başûrê Şengalê pêngavek hatiye destpêkirin û got, "Me navê 'Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî' li pêngava xwe kir. Di vê çarçoveyê de, di roja destpêkê ya operasyonê de ji sê baskan êrîş hat kirin. Danê sibehê saet di şeşan de hêzên me avêtin ser çar girên ku van gundan diparêzin. Di demeke kurt de her çar gir hatin kotnrolkirin. Ji ber ku li dora van giran gelek mayîn hebûn, hêzên me hêdî û bi baldarî tevgeriyan. Wekî din benda asayîşê ya li sêgoşeya navbera Şîlo û Medîwanê, ku gundê Sewra diparêze, hat kontrolkirin. Ji ber ku ev her çar gir li ser gundan e, tevahiya rojê ji ser van giran sûîqest li dijî çeteyên li naa gund hat kirin û bi hawanan li wan hat dayîn. Wesayîteke ku hat dest li yek ji van giran werde, hat teqandin. Sê wesayîtên çeteyan jî ji bo teqwiyeyê berê xwe dan gundê Sekiniyê û 2 ji van hatin rûxandin. Agir bi van wesayîtan ket. Yek ji van wesayîtan bombebarkirî bû. Li wesayîta din jî derb hat xistin. Di vî şerî de 5 cenaze bi destê hevalan ketin. Tevî wesayîtên hatin rûxandin, hejmara kuştiyên dijmin zêdeyî 15 ye."

Di dewama daxuyaniya fermandariyê de ev agahî hatin dayîn:

"Operasyon dewam dike. Hêzên me ber bi gundên Sewra û Sekiniyê ve diçin. Di navbera gundên Sekiniye û Sibe Şêx Xidir, ji bo pêşî li liv û tevgera çeteyan were girtin, baskek ji hêzên me ji bo rê bibire, li vê xetê bi pêş ve diçe.

Armanca me, rizgarkirina hemû gundên Êzîdxanê û azadkirina dîlgirtiyên me ne.

Çek û cebilxaneyên bi dest ketine:

Doçkaya 12,5, fîşek û zincîra wê 3 çekên BKC, fîşek û zincîra wê 2 B7 û 20 roket 5 kleş, rextên wê û 15 jarjor 1 debangac gulok 1 dûrbîna teleskop 1 cîhaza hîdra 1 telefon 50 mayînên çeteyan ên li ser giran hatin rakirin.

Pêngav dewam dike."