YNK’ê li Silêmaniyê 10 kursiyên civata parêzgehê wergirt
3 Gulan
HEWLÊR (DÎHA) – Herçendî ku hê jî encamên dawî yên hilbijartinên parêzgeh û parlamentoya Iraqê nehatine ragihandin, li gor zanyariyên Tevgera Goran YNK’ê li Silêmaniyê 10 kursiyên civata parêzgehê û Tevgera Goran jî 13 kursî bidestxistine. Li tevayî Iraqê jî rêjeya hêjmartina dengan sedî 63’ê derbas kir.
Odeya hilbijartinan a Tevgera Goran derbarê encamên dawî û kursiyan li bajarê Silêmaniyê belav kir û tevî hê jî encamên dawî ji aliyê komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê ve nehatiye ragihandin. Komîsyonê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêjmartina dengan sedî 63’ê derbas kiriye. Li gor daxuyaniya Tevgera Goran, Goran 352 hezar û 500 deng (13 kursî), Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê 255 hezar û 120 deng (10 kursî), PDK 83 hezar û 500 (3 kursî), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 63 hezar û 700 deng (2 kursî), Komela Îslamî ya Kurdistanê 57 hezar deng (2 kursî) û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê 7 hezar deng deng bidestxistine. Bi giştî li Silêmaniyê 825 hezar kes beşdarî hilbijartinê bûne û dengê xwe bikaranîne.
Piştî hêjmartina dengan li Herêma Kurdistanê bi dawî bûn, wê sindoqên hilbijartinê ji bo Bexdayê werin şandin û dûbare wê li wir werin hêjmartin. Tê payîn ku di nava heftiyekê de encamên fermî werin ragihandin. (mo/mae)