1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: 15 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin
YPG: 15 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin,ypg,15,gund,û,16,gundik,hatin,rizgarkirin

YPG: 15 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Napemenî û Ragîhandina YPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Kobanê û Cizîrê 15 gund û 16 gundik ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.

Têkildarî şer û pevçûnên li kantona Cizîrê û Kobanê navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser mapera fermî ya YPG’ê hate weşandin wihaye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya Rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 36’an de bi serkeftî berdewam dike.

Di çerçoveya qonaxa duyemîn a hemlê me de Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe berdewam dikin li derdora bajarokê Silûk derbên girîng li çeteyan xistin. Di encama operasyonên Hêzên me yên li vê qadê gundên Resim, Gulê, Berkevir, Çêlek, Hawiz, Heşîşiyê, Meqer, Esal a Rojhilat û 16 gundik ji çeteyan hatine paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên Çeteyan nehatiye zelalkirin lê hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 3 fûzeyên bi dest hatine çekirin, 4 klêş û 1 BKC. Operasyonên Hêzên me bi hemû hêza xwe berdewam dike.

KOBANÊ

Berxwedana bi armanca rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî were paqijkirin tên meşandin, kete roja xwe ya 269’an de û bê navber berdewam dike.

Operasyona hêzên me ya doh li başûrojhilatê Kobanê hatibû destpêkirin di seatên êvarê bi encam bûye. Di çerçoveya vê operasyonê de Hêzên me gundên Fêleh, Hêymir, Ebû Sirê, Suwahan, Lûtka, Bozê Kerzê û Girê Kêlê ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me di vê operasyonê de 6 klêş, 1 BKC û 1 roketavêja B7 a çeteyan bi dest xistin.

Pevçûnên di vê operasyonê de 3 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadetê.

Komên Çeteyan doh piştî nîvro li başûrê Kobanê li hember gundê Qirat êrîşek lidarxistin. Hêzên me yên ku vê êrîşê çeteyan şikandin 3 endamê çeteyan jî kuştin. Komên çeteyan li hember gundê Sîna ya li heman herême jî êrîşek lidarxistin. Lê hêzên me li vir jî 1 çete kuştin û çeteyên din neçar man ji qadê birevin.ˮ

Komên çeteyan li hember her du gundên Bîrerep a li rojhilatê Kobanê jî êrîşek lidarxistin. Piştî hêzên me bersivên tund dan çeteyan, li vir pevçûnên zehf dijwar hatin jiyankirin. Di van pevçûnan de Panzêrek çeteyan hatin rûxandin. Pevçûnên li vê qadê hatin jiyîn de qasî hat zelalkirin 20 endamê çeteyan hatin kuştin. 3 termên çeteyan ketiye destê hêzên me.

Hêzên me li hember komên çeteyên li rojavayê Kobanê, li pişt ava Firat êrîşek lidarxistin. Hêzên me Maşînekî çeteyan a di nava tevgere de hedef girtin û Maşîne tevî çeteyên di nav de rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê êrîşê de nehatiye zelalkirin.

Navenda Ragihandina YPG

11 Pûşber 2015