1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: DAIŞ li Kobanê çekên kîmayawî bikar anîn
YPG: DAIŞ li Kobanê çekên kîmayawî bikar anîn,ypg,daiş,li,kobanê,çekên,kîmayawî,bikar,anîn

YPG: DAIŞ li Kobanê çekên kîmayawî bikar anîn

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di pevçûnên li herêma Kobanê de çekên kîmawî bikar anîne û banga bihîstiyariyê li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl derbarê mijarê û rewşa dawî de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de ev tişt hatin gotin:

"Ev demeke kantona Kobanê rastî êrîşên hovane yên rêxistina 'terorîst' DAÎŞ tê. Di van êrîşan de çeteyên DAÎŞ'ê hemû cure çekên giran ku di nav de fûzeyên germahiyê yên Amerîkî jî hene, bikar anîne. Her wiha li gorî dîtinên me yên destpêkê ên li ser bedena birîndar û şehîdan, hat texmînkirin ku çeteyan çekên kîmyawî jî bikar anîne. Piştî lêkolînkirina bijîşk û ekîbên tendirûstiyê yên kantona Kobanê, hat tesbîtkirin ku çeteyên DAIŞ'ê çekên kîmyawî jî li dijî me bikar anîne. Li gorî dixtoran li ser cenazeyên şehîdan şûna şewat û deqên sipî hatin dîtin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Rêveberiya Tenderustiyê ya Kantona Kobanê bal kişandiye ser tunebûna alavên teknîkî û pêdiviyên lêkolînkirinê û wiha hate domandin: “Ev yek bû sedema nenaskirina teqez a van madeyên kîmayawî. Di encama dorpêçkirina li ser kantonê de jî ev alav û pêdivî peyda nabin."

Di berdewama daxuyaniyê de bang alîkariya lezgîn li civaka navnetewî, hemu saziyên mafên mirovan ên navnetewî hate kirin û ji wan hate xwestin ku biçin Kobanê û lêkolînê bikin. Her wiha hate xwestin ku rê li ber van êrîşan bê girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemu dezgehên çapemenî û ragihandinê yên herêmî û navnetewî jî hate kirin ku vê rewşa mirovahî ya dijwar ji raya giştî û cîhanê re ragihînin.

(he/aq)