YPG: DAIŞ li Raka amadekariya êrîşên nû dike
ROJ NEWS - NAVENDA NÛÇEYAN
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 69'an de dewam dike. Komên çete di serî de ji Rakka û ji gelek navendan bi cebilxane û hêzên takviye tînin û amadekariya êrîşên nû dikin. YPG’ê diyarkir ku nava 24 saetên dawî de 16 çete hatine kuştin.
Navenda çapemeniya Yekineyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyek nivîskî di derbarê şer û pevçûnên dohde agahî da. Li gorî daxuyaniyê duh bi şev li eniya rojhilat di navbera hêzên wan û komên çeteyan de şerekî kurt qewimiye. Di vî şerî de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
YPG’ê got ku li herêma Medcene jî li dijî komên çete çalakî hatiye kirin û di encama vê çalakiyê de 4 çete hatine kuştin û wiha hat gotin: “Çeteyên li derdora gundên Mineza, Izea û Alîplûr topên hawanê tavêjin bajêr. Li dijî van çeteyan bi çekên giran bersiv hat dayîn. Hevalekî me ku bi coş û moralê xwe hêz dida berxwedana Kobanê, ji bo parastina bajêr û gel wezîfeya xwe bi serketî anî cih û di şerê doh de gihîşt şehadetê.”
YPG’ê got ku îro danê sibê komên çete li nêzî gundê Menacirê li dijî 2 noqteyên cûda xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrîş bikin, lê hêzên wan ev yek ferq kirin û êrîşên wan têk birin. Her du wesayît ji dûr ve hatin teqandin û 2 çeteyên di wesayîtan de hatin kuştin. Di encama vê êrîşê de 2 şervanên YPG'ê û 2 welatiyên sivîl birîndar bûn. Piştî vê êrîşê hêzên YPG’ê li dijî noqteyeke komên çeteyan çalakiyek li dar xistin, di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
Herwiha YPG’ê got ku çeteyên DAIŞ'ê doh saet 13'an ji sînorê Iraqê ketin başûr-rojavayê Til Koçer'ê û li gundê Samiriyê êrîşek pêk anîn. Li ser vê yekê YPG’ê wiha got: “Hêzên me di heman wextî de bersiv dan vê êrîşê û bi qasî 2 saetan şerê dijwar qewimî. Çeteyek dema ku xwest êrîşa întixarî pêk bîne hat kuştin. Hêzên me li vê herêmê 6 çete kuştin û 3 çete jî birîndar kirin. Her wiha wesayîtek zirxî ya Hammer jî hat desteserkirin. Piştî êrîşê, li başûrê gundê Samiriyê gundê ku çete lê bicih bibûn gundê Hireşiyê ji çeteyan hat rizgarkirin. Li vê derê şervanek yê me ku bi qehremanî şer kir gihişt şehadeta xwe.”