YPG: Em ji Helebê venakişin
Ji fermandarên YPG /YPJ`ê li Helebê, Zozan Bîrhat derbarê aloziya li Helebê di navbera hêzên YPG/YPJ`ê û çekdarên rêjîma Baasê de, got, wêneyên li ser tora civakî, wêneyê eskerê Arteşa Rêjîma Sûriyê ye ku cilên şervanên me xistine ber xwe. Zozan Bîrhat da zanîn ku ew, wî kesî nas nakin û weha dewam kir: "Em nizanin ew kes kî ne û ji kuderê ne. Armanc reşkirina hêzên me ye. Em dîsa dibêjin, şervanên me ti karê bi vî avayî nekirine. Wek tê zanîn demeke dirêj e di navbera me û rêjîmê de lihevnekirineke kûr heye."
Fermandarê YPG`ê şervan Efrîn jî diyar kir ku di navbera wan û leşkerên Artêşa Rêjîma Sûriyê de nuqteyên qontrolê yên nêzî hevdu hene û got bi taybetî li aliyê Eşrefiyê û Benî Zêd di navbera wan de rewş gelekî aloz e.
Şervan Efrîn destnîşankir ku hin kesên ji artêşa Sûriyê xwestin em cihê xwe berdin, lê heya niha şervanên me di çeperên xwe de ne û ne diyar e ka kengî şer di navbera me de despê bike.
Fermandarê YPG`ê Şervan Efrîn jî got, "dibe ku şerê me yê li beramberî çeteyan vegere li beramberî rejîmê. Em wekî YPG/YPJ`ê ti devera me rizgar kirî û me parastî, bi ti awayî bernadin. Berdêlên van deveran xwîna şehîdên me yê qehreman in. Wê tu carî xwîna şehîdê me bele sedem neçe."
HELEB
Çavkanî: Y.Özgür Politika