YPG: Emê destûrê nedin hêzeke din a leşkerî
Fermandariya YPG´ê: Emê destûrê nedin hêzeke din a leşkerî
NAVENDA NÛÇEYAN -ANF Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê bûyerên dawî û helwesta Serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivskî weşand. Fermandriya Giştî ya YPG᾿ê diyar kir ku ew ê rê nedin tu kesî ku hêzên leşkerî derveyî Desteya Bilind a Kurd avabikin, ji ber hebûna 2 hêzên leşkerî dê bibe sedema şerê navxweyî. Fermandariya YPG᾿ê got ku ewan bawer ne dikir ku Serokatiya Başûrê Kurdistanê xwe wek alî nîşan bi de.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê de hate gotin ku di 19᾿ê gulanê de komek guman kirî bi awayekî ne fermî ji sînor derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, hêzên YPG᾿ê ew binçav kirin û radestî hêzên asayîşê kirin û asayîş li gorî zagoneyên heyî lêpirsîn kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî lêpirsînê eşker e bû ku ev endamên hin partiyane û beriya neha berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li vir perwedeya leşkerî dîtine. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê de hate diyarkirin ku ji wê demê ve hin saziyên çapemeniyê buyera girtin û lêpirsînê mezin dikin. Di daxuyaniya xwe de Fermandariya YPG᾿ê ku ew ji ber vê yekê dê hin xalên li ser bûyerên dawî yên ser sînorê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê diyar bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG᾿ê gelek caran ragihandiye ku ew rê nedin tu komên çekdar derveyî Desteya Bilind di herêmên kurdan de derkevin û tevî ku YPG᾿ê gelek caran hişyarî kir, lê car de hin partî bi awayekî veşartî kar dikin ku komên çekdar sazbikin. Di daxuyaniyê de hate gotin îsrara hin aliyan ku jê tê xwestin hêza kurdî belav bikin û berê wê bidin şerekî navxweyî û ev yek ji daxuyaniyên bê berpirsyar û gumankirî ya hin partiyan diyar dibe ku ev alî dixwazin şerê navxweyî di nava gelê kurd derbixin.
Di berdewama daxuyaniya xwe de Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê da zanîn ku di nava zêdetirî saleki ji parastina herêmê bi dehan şervanên wan jiyana xwe jidest dan û wiha pê de çû: ᾿̓ Her kes dizand ku Yekîneyên Me ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd bi dehan ŞEHÎD dane, li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê hêzên me parastinê dikin û herî dawî hêzên me komên biguman bi awayekî ne fermî ji başûr derbasî rojava dibûn, hêzên me bi erkê xwe yê asayî pêk anî ew rawestandin û wan radestî hêzên asayîşê kirin. Ev erkê me yê sereke ye beranberî parastina sînorê Rojavayê Kurdistanê û rê girtina li pêşiya derbasbûna komên biyanî ku hewl didin ewlehiya herêmê binpê bikin.᾿̓
Daxuyaniyê wiha dom kir: ᾿̓Cihê mixabiniyêye ku hin saziyên çapemeniyê bi awayekî ji rastiyê dûr li ser YPG᾿ê tiştan diweşînin. Şervanên me bê ku guh bidin kesî bi erkê xwe yê esayî radibin û parastina nirxên gel dikin. Em hînbûne ku li Rojavayê Kurdistanê hin alî hene li ber pêşketina gelê me tehmûl nakin, ji ber vê yekê êrîşî yekîneyên me dikin. Lê tiştê em matmayî kirin helwesta Serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê bû. Me bawer ne dikir ku li aliyê partiyekê bisekine, me hêvî dikir ku Serokatiya Herêmê helwesta xwe ya bê alî û netewî nîşan bide. Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ji destpêka Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kar dikir ku xwe bê alî nîşan bide. Em ji Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê hevî dikin ku bi awayekî bê alî û asayî nêzî rewşa Rojavayê Kurdistanê bibin û em bang li pêşmergeyan dikin ku wek alîgir bi mer bin, lê mixabin helwesta wan ya dawî em bêhêvî dike.᾿̓.
Di berdewama dawuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawî de serokê partiyeke kurd li ser telefizyoneke erebî daxuyaniyên bêrêzî û ji rastiyê dûr li ser yekîneyên me dan, gelek gumanbariyên nemerdî bê ku tiştekî diyar bike li ser yekîneyên kirin. Fermandariya Giştî ya YPG̓᾿ê di daxuyaniya xwe de wiha dom kir:᾿̓ Ji mafê me ye ku em wek hêza rewa ya parastina gelê Rojavayê kurdistanê ne, em ji wan bixwezin ku rastiya gumanbariyên xwe eşker e bikin heger hebin, yan ew berpirsyarê daxuyaniyên xwe yê nemerdî û bêhirmet e. Yekîneyên me bi mêrxasî diyar kirin ku ew dikarin ewlehiya herêmê biparêzin, bi awayekî aktîv kar dikin û bidehan şehîd di encama bersivdayina komên çekdar û hêzên rêjîma Baas dan. Şervanên me ku jiyana xwe jidestdan ne ji netewekê yên aliyekî siyasîne, şehîdên me ji aliyên siyasî yên cûdane û ji netewyên cûdane ji ber vê yekê em van daxuyaniya wek êrîşa bê rumet a li ser şehîd, gel û şervanên xwe dibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de fermandariya giştî ya YPG᾿ê ev tişt anî ziman: ᾿̓ Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê destkeftiyên wan biparêzin, em careke din dibêjin ku berpirsyariya van pirsgirêkan ne em in. Kesên ku hewl didin komên çekdar bi awayekî ne fermî û derveyî Desteya Bilind a Kurd avabikin berpirsyarê hewldanên xwe ne. Em bang li hemû kesê ku xwe welatparêz dibîne hewldanên bike ku ewlehiya herêmê biparêzin û rê nedin şerekî navxweyî. Li ser vî esasî em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û rê ne din metersînên kudî çêbibin, Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê bi erkê xwe yê sereke rabin û berxwedana xwe ya li dijî hemû êrîşan berdewam bikin.᾿̓