YPG: Hemû rêyên başûr ji çeteyan hat rizgarkirin
NAVENDA NÛÇEYAN
Navenda çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî li ser şerê li Kobanê da û got ku tevahî rêyên başûr ku takviye ji çeteyên DAIŞ re dibirin ketiye bin kontrola wan de.
Di daxuyaniya YPG’ê de hat gotin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 89'an de dewam dike û wiha hat gotin: “Hêzên me li eniya başûrê Kobanê li dijî herêmên ku komên çeteyan dagirkiribûn operasyonek pêk anîn. Di encama operasyonê de riya ku ji başûr dihat, riya girîng a duyemîn, riya gundê Termikê ket bin kontrola hêzên me. Di çarçoveya vê operasyonê de herêma di navbera riyên Heleb û Termikê de bi temamî ji komên çeteyan hat rizgarkirin. Tevahiya riyên başûr ku takviye ji çeteyên DAIŞ'ê re dibirin ket bin kontrolê.”
Herwiha YPG’ê diyarkir ku li eniya rojhilat hêzên wan li herêma Kaniya Kurda li dijî komên çeteyan êrîşek pêk anîne. Di encama vê êrîşê de 3 çeteyên DAIŞ hatine kuştin û wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Hêzên me li eniya başûr-rojhilat li derdora navenda çand û hunerê li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Roja 12'ê Kanûnê saet 10:00'an 24 kîlometre li başûr-rojavayê Qamişlo li derdora gundê Til Ehmed li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî çeteyek hatiye kuştin.”