1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Herêma li ser riya Termîk-Helebê ji çeteyan hate paqijkirin
YPG: Herêma li ser riya Termîk-Helebê ji çeteyan hate paqijkirin,ypg,herêma,li,ser,riya,termîk,helebê,ji,çeteyan,hate,paqijkirin

YPG: Herêma li ser riya Termîk-Helebê ji çeteyan hate paqijkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku li eniya başûrê Kobanê ,riya gundê Termîk ku duyemîn riya herî girîng a tê bajar e, ketiye bin kontrola hêzên YPG'ê â herêma di navbera riyên gundê Termîk û Helebê de bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Navendê diyar kir ku li başûrê rojavayê Qamişlo jî çeteyek hatiye kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG'ê derbarê operasyon û çalakiyên ku YPG'ê şevêdin li Kobanê pêk anîne û çalakiya ku hêzên YPG'ê li başûrê Qamişlo pêk aniye de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG'ê de hate weşandin de hate destnîşankirin ku hêzên YPG'ê li navenda bajêr li dijî çeteyên ku di pozîsyona parastinê de ne operasyonên xwe didomînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê li eniya başûrê Kobanê li dijî herêmên ku komên çeteyan dagir kiribûn operasyonek pêk aniye û di encama operasyonê de riya gundê Termikê ku duyemîn riya herî girîn a ji aliyê başûr ve dikeve bajar e, ketiye bin kontrola hêzên YPG'ê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya vê operasyonê de herêma di navbera riyên Heleb û Termikê de bi temamî ji komên çeteyan hatiye rizgarkirin û tevahiya riyên başûr ku takviye ji çeteyên DAIŞ'ê re dibirin ketine bin kontrolê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li herêma operasyonê xebatên lêgerînê dewam dikin, lewre encamên operasyonê nehatine zelalkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyon û çalakiyên li eniyên rojhilat û başûrê rojhilat de jî ev agahî hatin dayîn: "Li eniya rojhilat hêzên me li herêma Kaniya Kurda li dijî komên çeteyan êrîşek pêk anîn. Di encama vê êrîşê de 3 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin. Hêzên me li eniya başûr-rojhilat li derdora navenda çand û hunerê li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG'ê di 12'ê Kanûnê saet di 10.00'an de li 24 kîlometre başûr-rojavayê Qamişlo li derdora gundê Til Ehmed li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistiye û di encamê kuştiyek çeteyan hatiye tespîtkirin.

(wk)