1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Heta şertên me neyên bicîhanîn em pozîsyona xwe naguherînin
YPG: Heta şertên me neyên bicîhanîn em pozîsyona xwe naguherînin,ypg,heta,şertên,me,neyên,bicîhanîn,em,pozîsyona,xwe,naguherînin

YPG: Heta şertên me neyên bicîhanîn em pozîsyona xwe naguherînin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku heta şertên wan aşkera kirine û komên çekdar jî qebûl kirine neyên bicîhanîn, ew pozîsyona xwe ya leşkerî naguherînin

A+ A-

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku heta şertên wan aşkera kirine û komên çekdar jî qebûl kirine neyên bicîhanîn, ew pozîsyona xwe ya leşkerî naguherînin. YPG'ê her wiha bal kişand ku ev şert neyên bicîhanîn ew agirbestê qebûl nakin û li dijî lîstikan jî bangla bihîstiyariyê li gelên kurd, ereb, suryanî û asurî kir.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê derbarê şer û pevçûnên li Serêkaniyê û agirbesta ku wan bi şert qebûl kiriye daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di 3 rojên dawî de pevçûnên dijwar qewimîne û îro saet derdora 16.30'an de ew gihîştine encamekê. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku komên çekdar piştî darbeyên mezin xwarin neçar mane ku bi riya hinek aliyan agirbestê bixwazin û ev tişt hatin gotin: "Di encama hevdîtinan de komên çekdar şertên YPG'ê qebul kirine. Li gorî vê yekê divê heta 2 rojan ev komên çete ji Serêkaniyê derkevin, herwiha biryar hate girtin ku di nava 2 rojan de ji bo birêvebirina kar û barên bajêr meclîsek bê avakirin. Li gorî agirbestê divê ev şert di 2 rojan de bêne bicîhanîn."

'Komên çekdar tiştên me gotin fêm nekirin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li gorî meclîsa gel divê tu hêzên çekdar ên çete li bajêr nemînin û li ser van xalan hate rawestîn: "Wekî YPG'ê berê jî daxwaza me hebû ku karên bajêr ji aliyê meclîsê ve bêne meşandin . Lê van komên çekdar ev tiştên me fêm nekirin û ketin nava malên gel, talan kirin. Lewre YPG neçar ma ku ji bo parastina destkeftiyên gel mudaxele bike. Ev 3 roj e şer bi dijwarî didome. Di encama şer û berxwadaniyên mezin ên li Serêkaniyê û xwîna 6 hevalên şehît ketin de, komên çete neçar man ku biryara YPG'ê qebûl bikin û ji bajar derkevin, her wiha meclîsek bê avakirin."

Hişyariya lîstokan

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku hêzên li hemberî YPG'ê şer dikin hêzên rêxistinkirî nîn in, ji navendekî ve nayên birêvebirin, lewre dibe ku pêkanînên neweyî derkevin û ev hişyarî hate kirin: "Ev komên hanê ji aliyê hinek dewletan, bi taybetî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên birêvebirin. Heta ev herdu şertên me pêk neyên, em pozîsyona xwe ya leşkerî naguherînin. Ji ber ku berê jî dema van koman ji bo bidawîkirina şer bi me re hevdîtin dikirin, dewleta Tirkiyeyê bi komek cuda şer dida destpêkirin û hevdîtin xirab dikirin."

Banga bihîstiyariyê

Di dawiya daxuyaniyê de li gelên kurd, ereb, ermenî, asurî û suryanî jî hate xwestin li hemberî lîstokan bihîstiyarî tevbigerin û ev bang hate kirin: "Em bang li hemû aliyan dikin ku li hemberî planên ku Tirkiye dixwaze bide meşandin bihîstiyar bin. Hinek aliyên Baas û Tirkan dixwazin di navbera kurd û kurdan, her wiha kurd û ereban de nakokiyan derxînin. Em bang li gelê xwe yê ereb dikin ku li hemberî van lîstikan bihîstiyar be. Em wekî YPG'ê ji bo gelên xwe yên ereb û kurd diyar dikin ku şerê me ji bo parastina wan e. Me çawa li Serêkaniyê kurd, ermenî, suryanî, asurî û ereb parastin em dixwazin li herêma Cizîrê jî hemû gelê xwe yê ereb, kurd, ermenî, suryanî biparêzin."