YPG: Kesên dixwazin rastiya Şêxmeqsûd bizanin bela kerem bikin
HELEB – YPG’ê ya Helebê diyar kir ku hin derdor careke din dest bi îdayên ne rast ên bi armnca tevliheviya di nav pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd kiriye û dixwazin rastiya li taxê reş bikin. YPG’ê got ku kesên dixwazin rastiya taxê nas bikin bela kermkin serdanê bikin.
Têkildarî îdayên berûvajîkirina rastiya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku hin derdordikin û dixwazin di nava pêkhateyên taxê tevliheviyê derbixin YPG’ê ya Helebê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya YPG’ê ya Helebê wihaye: ˮÎdayên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê têne kirin di rojên dawî de careke din zêde bû ne. Îdayên têne kirin bi armanca tevlihevî û reşkirina rastiyên di taxa Şêxmeqsûd ku bi hezaran koçber tê de xwe bi cih kirine pêk tên. Dixwazin di navbera pêkhateyan û jiyana wan a hevbeş xira bikin. Em wekî hêzên YPG’ê em xwe berpirsyarê hemû pêkhateyên taxê dibînin, em ê rê nedin tu tabûrên opozisyonê ku roleke neyînî bilîze û tevliheviyê derbixe. Em rê nadin tu kesî ku li gorî xwestekên xwe tevbigerin û nakokiyan derbixin, fitne û tevliheviyê di navbera pêkhateyan derbxin û rastiya taxê reş bikin.
Meclîsa herêmî ya Helebê û Meclîsa Şoreşgeran ku li gorî berjewndiyên hêzên derve tevdigerin. Taxa Şêxmeqsûd taxeke Helebê ku hatiye rizgarkirin. Em rê nadin tu aliyan ku êrîşî taxê bikin. Em bang li raya giştî û hemû welatiyan dikin ku îdayan bawernekin û em dibêjin ku kesên dixwazin rastiyê nas bikin ku serdana Taxa Şêxmeqsû bikin.
Di dawiyê de em Cejna Remezanê li hemû gelê Şêxmeqsûd û tevahiya cîhana îslam pîroz dikin, em hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna aştî û jiyana netewî ya azade ku mafê hemû kesî tê de parstî be.ˮ
(dc)
ANHA