1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Kujerên Dawid Cindo radestî edaletê hatin kirin
YPG: Kujerên Dawid Cindo radestî edaletê hatin kirin,ypg,kujerên,dawid,cindo,radestî,edaletê,hatin,kirin

YPG: Kujerên Dawid Cindo radestî edaletê hatin kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku kujerên Fermandarê Zêrevanên Xabûr Dawid Cindo radestî edaletê hatin kirin û banga yekîtiyê li hemû pêkhateyên Rojava kir.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê qetilkirina Fermandarê Zêrevanê Xabûr Dawid Cindo daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên YPG’ê kujer radestî edaletê kirin.

Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê wihaye: “Piştî ku Fermandarê Zêrevanên Xabûr Şehîd Dawid Cindo di 22’ê nîsanê bi destê çar kesên ku tevlî YPG’ê bûne pêk hat, Fermandariya YPG’ê û Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan komîteyek lêpirsînê dan destpêkirin, ji bo ku kujeran radestî edaletê bikin. Komîteyê lêpirsînê destnîşan kirin ku wan kujer radestî dadgehê kirin”.

Em wekî hêzên YPG’ê weke beriya niha jî me ragîhandiye her çar kesên sûc kirine ji nava YPG’ê hatin avêtin û nasnameya wan ji ser wan hate avêtin. Ev karê wan karekî komên kujere û tu têkiliya wan bi siyaseta hêzên YPG’ê nîne, kujer radestî dadgehê hatin kirin da ku bêne darizandin.

Em ji gelê xwe yê bi rumet re diyar dikin ku em rê nadin tu ali kiryarên bi vî rengî pêk bîne û biratiya gelan a di nava hemû pêkahteyên li ser erdingariya Rojava jiyan dikin xira bikin û sûcan li vir û wir pêk bînin.

Em bang li hemû pêkhateyan ji kurd, ereb, suryanî û asûriyan dikin ku hêza xwe bikin yek û di şerê dijî çeteyên terorist piştgiriya hêzên parastinê YPG’ê bisekinin.

(dc/ra)

ANHA