1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Li Kobanê 34 û li Serêkaniyê 4 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 34 û li Serêkaniyê 4 çete hatin kuştin,ypg,li,kobanê,34,û,li,serêkaniyê,4,çete,hatin,kuştin

YPG: Li Kobanê 34 û li Serêkaniyê 4 çete hatin kuştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat derbên giran dixwin, bi fuzeyên Grat û hawanên ji rejîma Sûrî desteser kirine û ji Iraqê anîne, bajêr topbaran dikin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de li Kaniya Kurdan 18, li qada azadiyê 9 û li eniya başûr jî 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 43. de dewam dike û got, "Komên çete ku li hemberî berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat ên ser bi artêşa azad nikarin bi pêş ve biçin, bi fuzeyên Grat û hawanên ku ji rejîma Sûrî desteser kirine û ji Iraqê anîne, bajêr topbaran dikin."

Derbên giran li çeteyan xistin

Navenda Çapemeniyê ragihand ku li eniya rojhilat şer li herêma Kaniya Kurdan, kolana şaredariyê û qada azadiyê giran bûye û destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ'ê li vê eniyê derbên giran li çeteyan dane. Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin li herêma Kaniya Kurdan 18, li derdora qada azadiyê jî 9 çete hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Îro danê sibê komên çete hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî li derdora kolana şaredariyê êrîş pêk bînin, lê êrîş hatiye bêbandor kirin û wesayît di nava çeteyan de hatiye teqandin û rûxandin. Hêzên me li vê herêmê 1 BKC, kalaşnîkovek û alavên leşkerî yên çeteyan desteser kirine. Şerê li vê herêmê dewam dike."

Li eniya başûr 7 çete htin kuştin

YPG'ê da zanîn ku ülLi eniya başûr jî şerê ku duh nîvro destpê kir niha jî bê navber dewam dike û wiha pêde çû: "Li vê herêmê wesayîtek ku doçka li ser bû hatiye rûxandin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 çete hatine kuştin. Di şerê 24 saetên dawî de 4 hevalên me yên bi lehengî şer kirin, gihiştin şehadetê."

Li Serêkaniyê 4 çete hatin kuştin

YPG'ê destnîşan kir ku duh serê sibê li rojavayê Serêkaniyê, di navbera gundê Zinka û xeta ser sînor de li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi qasî hatiye tespîtkirin di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.

(wk)