YPG: Li Kobanê serok çeteyek û 16 çete hatin kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Navenda çapemeniya YPG’ê di derbarê şer û peçvûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê û şerê duh yê li Şengalê qewimî ku hêjî berdewame de daxuyaniyek nivîskî da. YPG’ê daxuyaniyê de got ku di nava 24 saetan de zêdetirî 16 çete hatine kuştin û korîdora dinavbera Şengal û Rojava de jî aliyê hêzên HPG’ê YBŞ’ê û hêzên wan ve hatiye vekirin.
YPG’ê di daxuyaniyê got ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 96'an de dewam dike. Operasyona ku şervanên wan YPG/YPJ'ê şeva 18'ê Kanûnê li eniya başûr li dijî komên çeteyan dane dest pê kirin bi serketî didome.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên me di çarçoveya operasyonê de doh bi şev li eniya başûr li derdora dibistana Yermuk komên çeteyan hedef girtin. Li vê derê di encama operasyonê de şerê dijwar qewimî û tevî cihê stratejîk dibistana Yermuk û gelek noqteyên din ji çeteyan hat paqijkirin. Hêzên me heta taxa 48'an li herêmê serweriya xwe pêk anîn. Di encama vê operasyonê de 13 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Di nava çeteyên hatin kuştin de di yekîneya Cîndûllah de serok çeteyê bi navê Ebû Sahra yê ku fermandarî dikir jî cih digire. 8 cenazeyên çeteyan jî ket bin kontrola hêzên me. Hêzên me 8 kaleşnîkof û 32 şarjorên wê, 1 BKC û 200 guleyên wê, 10 guleyên roket-avêjên B7 û gelek cebilxaneyên eskerî yên çeteyan desteserkirin. Operasyona li vê herêmê hê jî dewam dike.”
Herwiha YPG’ê got ku hêzên wan li eniya rojhilat li dijî komên çeteyan êrîş pêk anîne. Di encama van êrîşan de 3 çete hatine kuştin. Li eniya başûr-rojhilat li derdora navenda çand û hunerê jî hêzên wan li dijî komên çeteyan êrîşek pêk anîn. Ji ber vê êrîşê hê jî şer dewam dike û encamên zelal bi dest neketin.
YPG’e di daxuyaniya xwe ya nivîskî de balkêşa li ser şer û pevçûnên li Şengalê jî rudayî û wiha got: “Şervanên me YPG/YPJ li çiyayê Şengalê bi hêzên HPG û YBŞ'ê re doh danê sibê operasyonek hevpar dan dest pê kirin. Di encama operasyonê de korîdora ewlehiyê ya Şengal-Rojava ji nû ve hat vekirin. Parçeyek vê operasyonê jî qewînkirina vê korîdorê bû. Hêzên me ji bo vê yekê doh bi şev û vê sibê li dijî gelek gundên ku çeteyan dagirkiribû êrîşek dan dest pê kirin. Di encama operasyonê de şerê dijwar qewimîn û li başûrê Cezaa gundên Ramalla, Qeddaa, Kenho û li aliyê Iraqê gundên Remmo, Recm Abed, Xazuga û Naiyyem ji komên çeteyan hat rizgarkirin.”
Herî dawî YPG’ê got ku operasyon hê jî bi hemû leza xwe dewam dike. Derbarê vê operasyonê de wê agahiyên berfireh paşê ji raya giştî re were parvekirin.