1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Muxatabê hevdîtinan Desteya Bilind a Kurd e
YPG: Muxatabê hevdîtinan Desteya Bilind a Kurd e,ypg,muxatabê,hevdîtinan,desteya,bilind,a,kurd,e

YPG: Muxatabê hevdîtinan Desteya Bilind a Kurd e

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şerê 14 rojan yê li Serêkaniyê de daxuyaniyek nivîskî da.

A+ A-

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şerê 14 rojan yê li Serêkaniyê de daxuyaniyek nivîskî da. Fermandariya YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev demeke komên çete êrîşî welatiyên sivîl li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dikim. Fermandariyê diyar kir ku piraniya komên çete bi derve re girêdayîne û armanca wan koman ewe ku herêmê ber bi şerekî navxweyî ve bibin. Yekîneyên me ji bo gelê sivîl biparêzin mecbûrman destwerdan bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG derbarê hewildanên komîteya rawestandina şer a girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê de got: Divê hemû raya giştî zanibe ku em weke YPG ne aliyê danistendinan e. Em hêza parastina gel in û girêdayî Desteya Bilind a Kurd in. Ji bo wê çi biryar were dayin divê di encama hevpeymana bi Desteya Bilind a Kurd re be." Fermandariyê bi bîr xist ku komên çete yên girêdayî hêzên herêmî 3 caran li ser hev êrîşî Serêkaniyê kirine û şervanên wan jî ji bo parastina welatiyên sivîl li be rxwe dane.. Fermandariyê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên komên çete yên di 19’ê Mijdara 2012’an ku di encama êrîşa komên çete de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl jiyana xwe dest dabû. Fermandariyê diyar kir ku, di 19’ê Mijdara 2012’an de komên çete Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl hedef girtin û got:“Her wiha komên çete dest bi dizî û talan kirina malên welatiyan kirin. Lewre jî Yekîneyên me bi alîkariya ciwanan dest bi parastina gelê Serêkaniyê kirin.”

Fermandariyê destnîşan kir ku piştî komên çete gelek kuştî dan û di warê cebilxanê de tengav bûn, komên çete evqas tengav bûn, ketin rewşeke wisa ku ji bo rawestandina şer xwe avêtin ber lingê gelek aliyan. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo rawestandina şer gelek aliyan navbeynkarî kirine. Di encama navbeynkariyê de peymanek hatiye îmza kirin, di peymanê de hatiye diyar kirin ku pêwîste komên çekdar xwe ji bajêr bikşînin û Meclîsa Rêveberiya Hevbeş ji hemu pêkhatiyên bajêr were sazkirin.

Fermandariyê destnîşan kir, tevlî ku Yekîneyên Parastina Gel mercên di peymanê de hatine îmzakirin pêkanîne ji bo parastina gelê sivîl, lê komên çekdar yên bi navê Tabûra Elfarûq, Xûreba Elşam, Ehrar Giwêran, Ehfad Elresûl, Sewaq Elrehman, leşkerên xwedê û Enser Elşerîa di 16’ê Çile de, dema ku şervanên YPG’ê gundê Girzîro ji rêjîma Bass rizgar dikir, van koman jî êrîşî welatiyên sivîl kirin. Fermandariyê destnîşan kir ku ew êrîşa komên çete di dema rizgar kirina Girzîro de, li ser Serêkaniyê vê aşkira dike ku komên çete ji bo berjewendiyên rêjîma Bass tevdigerin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku, piştî êrîşên komên çete li ser sivîlan Yekîneyên Parastina Gel destwerdan kirine û welatiyên Serêkaniyê ji êrîşên komên çete parast û got: “Lê komên çete bi çekên giran wek tang, hawan û doşkayan êrîşî ser malên welatiyan kirin, di encama wan êrîşan de gelek mal wêran bûn. Her wiha komên çete berê xwe dan hemu şêwazên ku rêjîma Bass di şerê xwe de li dijî gelê Sûriyeyê bikar dianî ku dûrî mirovahiyê ne.

Gelek hêzên welatparêz hewldan ku şer rawestînin, her wiha gelek aliyên din yên wek Newaf Raxib Elbeşîr xwestin tevliheviyê di nava gelên herêmê de derxin. Ji bo ku şer raweste Koalîsyona Hêzên Niştimanî ya Sûriyeyê lijneyek avakirin.

Di daxuyaniyê de Fermandariyê bal kişand ser avakirina lîjneyê û wiha got: “Me wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi keyfxweşî pêşwaziya hewildanên bi vî awayî kir, ji bo ku em karên lijneyê hêsan bikin çi ji destê me were emê bikin, lê em ji raya giştî re dibêjin ger pêwîstî bi hevdîtinan hebe ne bi YPG’ê re vê bi Desteya Bilind a Kurd re werin kirin, em wek YPG hêzên parastina nirxên gel in, em bi biryarên Desteya Bilind a Kurd ku nûnertiya gelê Rojavayê Kurdistanê dike re girêdayî ne. Lewra Desteya Bilind a Kurd çi biryar bigire me elaqeder dike. Lewra kesên ku dixwazin hevdîtinan bikin bila bi Desteya Bilind a Kurd re bikin.’’

ANF