YPG: Navenda bajarê Şengalê hat rizgarkirin
ŞENGAL/ANF Navenda ragihandina YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya operasyona azadkirina Şengalê de navenda Şengalê hat azadkirin. Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku di operasyona hevpar a hêzên HPG, YBŞ û şervanên YPG/YPJ’ê yên ji Rojava wek teqwiye hatin şerên dijwar rû dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di çarçoveya operasyona azadkirina Şengalê de ya îro saet 10.00’an destpê kir şerû û pevçûnên dijwar rû dane.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: "Bi armanca azadkirina navenda Şengalê ya 3’ê Tebaxê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibû dagirkirin, îro saet 10.00’an operasyonek hat destpêkirin. Hêzên HPG û YBŞ’ê yên li çiyayê Şengalê bicih bûne û şervanên YPG/YPJ’ê yên ji Rojava wek teqwiye hatin operasyonek hevpar ku li dar xistin şer û pevçûnên dijwar rû dan.
Piştî şer û pevçûnan navenda bajarê Şengalê hatiye rizgarkirin. Berfirehiya agahiyên operasyonê wê paşê bi raya giştî re bên parvekirin."