YPG nêzî Girê Spî dibe
NAVENDA NÛÇEYAN
Şervanên YPG/YPJ’ê 50 km li rojavayê bajaroka Mebrukayê girekî stratejîk ku 5.5 km dûrî bajaroka Suluk a girêdayî Girê Spî ye, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Di navbera gundên Aliya û Zazû de jî 7 çete hatin kuştin.
Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ku hêzên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, di roja 35’an de dom dike. Li gorî agahiyên ji herêmê şervanên YPG/YPJ’ê îro serê sibê saet derdora 06.30’an de 50 km. li rojavayê bajaroka Mebrukayê li hemberî girekî stratejîk ku 5.5 km dûrî bajaroka Suluk a girêdayî Girê Spî (Til Ebyad) ye li dijî çeteyan operasyon lidar xist. Di encama operasonê de gir ji çeteyan hate paqijkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Ji aliyê din ve di navbera gundê Aliya ku çend roj beriya niha ji çeteyan hatibû rizgarkirin û gundê Zazû ku ew jî 46 km. li rojavayê Mebruka û 9 km dûrî bajaroka Sulukê ne, di encama pevçûnê de 7 çete hatin kuştin. Herwiha tirimpêleke Hammer a çeteyan hate ruxandin.
Çeteyên ku wendahiyan didin, pira li gundê Gettar a li ser riya Mebrûka û Sulukê teqandin.
Operasyonên li herêmê didomin.
Çavkanî: ANHA