YPG: Piraniya Zumar di bin kontrola hêzên Kurdî de ye
03.08.2014 Hêmin Xoşnaw (BasNews): Fermande û Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li navçeya Rebîe, Polat Can ji BasNewsê re got ku şevê din YPG û Hêzên Pêşmerge bi hev re li Zumar êrîşî DAİŞ’ê kirine û niha piraniya Zumar di bin kontrola hêzên Kurdî de ye.
Can wiha axifî: ‘’Hêzên YPG’ê ji deriyê sînor ê Rebîe li nav sînorê Herêma Kurdistanê heta pira Sihêla kontrola sînorê Başûr-Rojava dikin. Hemî navçeya Rebîe di bin kontrola hêzên me de ye. Hêzeke kêm a Pêşmergeyan li Mehmûdiye mil bi milê gerîlayên YPG’ê parastina wê navçeyê dikin. Çend Pheşmergeyên birîndar û herwiha ew Pêşmergeyên ku doh şer kiribûn, bo çareserî û bêhnvedanê bo aliyê Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.’‘
Derheqa rewşa Şingalê de jî Can wiha axifî: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê neçûne nav Şingalê, li derdora Şingalê şer di navbera hêzên YPG û çekdarên DAİŞ’ê de berdewam e.’‘ Li ser pirsa gelo dikarin Şingal û derdora wê ji DAİŞ’ê paqij bikin, Polat got: ‘’Em nahêlin DAİŞ li cihekî pîroz wek Şingalê Enfaleke din bike. Hêzên me her ber bi pêşde diçin.’‘