YPG: Tirkiye alîkariyê dide çeteyan
Fermandarê YPG'ê: Tirkiye ji ser Girê Spî û Azîziye alîkariyê dide çeteyan
SERÊKANIYÊ - ANF Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zagros ê di parastina Serêkaniyê de cih girt, anî ziman ku gel li dijî çeteyan xwe diparêze û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ser Girê Spî (Til Ebyad) û Azîziye, alîkariya çek, cebixane û xwarinê dişîne ji çeteyan re.
Zagros diyar kir ku hêza wan heye bersivê bide hemû êrîşan û got, "Li aliyekî me Tirkiye heye, li aliyê din çete. Hikûmeta Herêmî jî sînorên xwe girtiye. Em bi vîna xwe şer dikin. Lê pêwistiya gel bi alîkariya însanî heye."
Yek ji fermandarên YPG'ê Zagros ku li Til Xelef û Esfer Necar ê li Serêkaniyê fermandariya yekîneyên YPG'ê dike, der heqê şer, pevçûn û êrîşên çeteyan de ji ANF'ê re axivî.
Zagros anî ziman ku hêza li hemberî wan di bin maskeya Îslamiyetê de xwe vedişêre û got, "Di serî de Tirkiye ji gelek deveran alîkariyê distînin. Me ew ji Serêkaniyê qewirandin. Niha jî bi alîkariya hêzên derve xwe li gund û mezrayên derdora Serêkaniyê digirin. Ji gumrukê Serêkaniya ser xetê, heta Til Xelef, Esfer Necar û Mişrefa, li qadeke 2 kîlometreyî bicih bûne."
Zagros anî ziman ku hin endamên çete yên li gundên derveyî navçeyê bicih bûne, gelê sivîl hedef digire û got, "Dema firsendê dibînin, êrîşî gelê sivîl ên li zeviyên xwe dixebitin dikin, malên wan talan dikin. Duh êrîşî malbateke li bexçeyê zebzeyan dixebitî, kirin û jin û hevserê wê yê dixebitîn, revandin."
TEVAHIYA GELÊ ME ÇEK HILGIRTIYE Û XWE DIPARÊZE
Zagros da xuyakirin ku piştî Serêkaniyê ji çeteyan hatiye rizgarkirin, YPG'ê kontrola hemû qadê girtiye destê xwe, xeta parastine ava kiriye û gel jî çek hilgirtiye û xwe diparêze. Zagros got, "Gel tax û kolanên xwe 24 saetan bi çekan diparêze. Yekîneyên Parastina Gel li derdora navçeyê bicih bûne û li dijî êrîşên derve ve amade ye. Gelê jî mal, can û axa xwe diparêze. Bi Ereb û Xiristiyanan re li dijî çeteyan xwe diparêze."
Zagros ragihand ku weke Yekîneyên Parastina Gel wan li dijî êrîşan tedbîrên xwe stendine û amadekariyên xwe temam kirine û der heqê pevçûnên 500 - 600 metre li dûrî navçeyê de ev agahî da: "Li derdora navçeyê me kozikên xwe ava kirine. Me tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê stendine. Li dijî her şêweyên êrîşên ji çeteyan werin em amade ne. Li navenda navçeyê û li eniyan, nuqteyên me yên leşkerî hene. Navbera me û çeteyan zêde ne dûre. Me kozikên xwe sexlem kirine. Dema ew bi armanca hişyarkirinê êrîş dikin, em bersivê didinê. Carna jî em diavêjin ser hin nuqteyên wan û zerareke mezin didin wan. Şerê li Serêkaniyê niha bi vî rengî dewam dike. Car caran dijwar dibe, carna radiweste.
ARMANCA ÇETEYAN NE SÛRIYEYA AZAD E
Zagros da xuyakirin ku armanca çeteyên li dijî Kurdan şer dikin, ne parastina gel û azadkirina Sûriyê ye û got, "Eger armanca van avakirina Sûriyeyeke demokratîk be emê piştgiriyê bidinê û em ji vê re amade ne. Lê belê em li dijî rêveberiya ev çete dixwaze ava bikin e. Armanca wan ne azadî û demokrasî ye. Em ji êrîşa li dijî Kurdan, şahidiya vê rastiyê dikin. Yê êrîş dike ne em in, em xwe diparêzin. Em bi tenê xwe, gelê xwe û axa xwe diparêzin. Em ji her şêweyên êrîşên van re amade ne û xwedî wê hêzêne ku bersivê bidinê."
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SERÊKANIYA SER XETÊ BI ZANEBÛ NE
Zagros da xuyakirin ku çeteyên li nêzî Gumruka Serêkaniya ser xetê û Çiftlika Hilberînê ya Serêkaniya ser xetê bicih bûne, bi zanebûn car caran bi topan û çekan êrîşî Serêkaniya ser xetê dikin û got, "Ji bo çeteyan cûdahî navbera mirovên li Serêkaniya ser xet û bin xetê tineye. Li herdu aliyan jî Kurd û Erebên li dijî wan hene. Ji bombe û fîşekên wan kî bimire yan birîndar bibe, ji bo wan baş e. Sivîl bimirin jî ji bo wan baş e. Ji ber ku di encamê de mirovên li dijî wan dimirin. Leşker bimirin jî, dîsa heman tiştî difikirin. Ji ber bi vê yekê re dixwazin Kurd û leşkeran bînin pêşberî hev."
EM DIZANIN JI TIRKIYÊ ALÎKARIYA ÇEKAN DISTÎNIN
Fermandar Zagros ragihand ku ew dizanin Tirkiye alîkariya çek, cebilxane û erzaqê dide çeteyên li dijî wan şer dikin û van alîkariyan jî ji ser Girê Spî (Til Ebyad) û Azîziyê dide. Zagros got, "Çeteyên ku alîkariyê didinê, fîşekan û bombeyan diavêjin wan. Heta niha li Serêkaniya ser xetê ji ber bombe û guleyan çend mirovan jiyana xwe ji dest dan."
Zagros diyar kir ku Serêkaniyê ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin û got, "Li aliyekî Artêşa Azad a Sûriyê, li aliyekî deriyê sînor ê dewleta Tirkiyê û li aliyekî jî deriyên sînor ên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê girtî ne. Di warê leşkerî de ti kêmasiyên me tine ne. Bi çekên di destê xwe de, em têra xwe dikin. Hêza me heye. Lê belê di warê alîkariya însanî de pêwistiya gelê me heye."