1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "YPG yekane hêza parastinê ye"
"YPG yekane hêza parastinê ye",ypg,yekane,hêza,parastinê,ye

"YPG yekane hêza parastinê ye"

Wezîrê Parastinê yê Cizîrê Sarûxan: YPG yekane hêza parastinê ye

A+ A-

AMÛDÊ 28.01.2014 09:56:56 Wezîrê Parastinê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan got ku YPG’ê de di van 3 salên şoreşê de gelek dever û herêm rizgar kirin û kantona Cizîrê bi giştî parastiye, lewre jî Meclîsa Rêveber a Kantonê ew wekî tekane hêza parastinê ya rewa qebûl kiriye. Sarûxan got ku ew ê di warê parastinê de bi kantonên din re jî bikevin têkiliyê.

Desteya Wezîran a Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê duh di civîna xwe ya 2. de ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yekane hêza parastinê û rewa ya Kantona Cizîrê ye. Piştî ku Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo peyamek ji Serokê Meclîsa Rêveber re şand û diyar kir ku ew rêveberiya xweseriya demokratîk weke jêdera xwe ya siyasî dipejirînin, meclîsa rêveber jî spasiyên xwe pêşkêşî hêzên YPG’ê kir.

Wezîrê Parastinê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Yekîneyên Parastina Gel di van 3 salên şoreşê de dever û herêmên Kantona Cizîrê rizgar kirin û ji êrîşên komên çekdar û çeteyan parastin. Di kantona Cizîrê de hêza rewa ku hemû pêkhateyan pejirandiye tenê hêza YPG’ê ye.”

Sarûxan diyar kir ku sedema biryara wan a der barê hêzên YPG’ê de ew e ku hemû Wezaretên Rêveberiyê ji hemû pêkhateyên Kantona Cizîrê pêk tên û hêzên YPG’ê jî van pêkhateyan diparêze. Sarûxan destnîşan kir ku ji ber vê yekê lezbûna biryara pejirandina vê hêzê li ser bingeheke rast bû û diyar dike hêzên YPG’ê hêzeke neteweyî ye.

Sarûxan bal kişand ku saziyên din jî rêveberiya xweser pejirandiye û wiha dom kir: “Tişta balkêş ew e ku hemû saziyên Kantona Cizîrê yên xizmetê, tenduristî, şaredarî û hêzên Asayîşê diyar kirin ku ew ji bo ku di bin banê rêveberiyê de bixebitin, amade ne. Ev yek tê wateya demokratîkbûna û piştgiriya gel ji vê rêveberiyê re ye.”

Sarûxan anî ziman ku ji bo têkliyên di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê yên di warê parastinê de jî dê têkliyên xwe bi Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê re xurt bikin.


Bêjeyên Miftehî