1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG/YPJ: Em gav bi gav pêş ve diçin
YPG/YPJ: Em gav bi gav pêş ve diçin,ypg,ypj,em,gav,bi,gav,pêş,ve,diçin

YPG/YPJ: Em gav bi gav pêş ve diçin

A+ A-

ERSÎN ÇAKSU / ÎBRAHÎM ASLAN

KOBANÊ (DÎHA) – Şervanên YPG û YPJ’ê yên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dan rawestandin, gav bi gav pêş ve diçin. Di vê pêşvêçûnê de çeteyên DAIŞ’ê darbeyên giran dixwin û hema her roj gelek cebilxaneyên wan jî dikeve destên şervanên YPG û YPJ’ê. Fermandara YPJ’ê Zîlan Kobanê diyar kir ku di pevçûnên demên dawî de bi taybetî li eniya rojhilat gelek noqte ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin û gelek cebilxane ketiye destên wan. Fermandarê YPG’ê Ciwan Kobanê jî nirxandina “Em gav bi gav pêş ve diçin. Ev jî tê wateya çete gav bi gav ji Kobanê tên paqijkirin” kir.

Li Kobanê li dijî êrîên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê û yên piştgiriyê didin wan kete roja 76’emîn. Şervanên YPG û YPJ’ê hema her roj darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin û pêşveçûna xwe didomînin. Çeteyên DAIŞ’ê bi hewan û gulebarana sekvanan dixwazin encamê bigirin. Di demên dawî de bi piranî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û êrîşên ku dixwazin pêk bînin jî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve tên rawestandin. Li rojhilat, başûr û başûrêrojavayê Kobanê pevçûn didomin. Li eniya rojava jî çalakiyên şervanên YPG’ê û YPJ’ê heye. Peşmerge û hêzên Burkan El Firat ên li baja jî piştgiriyê didin şervanên YPG û YPJ’ê yên di refên pêş de şer dikin. Peşmerge di refên pêş de cih nagirin û bi hewan, katyuşayan piştgiriyê didin şervanên YPG’ê.

Li bajar pevçûnên herî dijwar jî li eniya rojhilat diqewime. Di vê eniyê de li herêmên Qada Azadî, Sukhul Hal û Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariyê pevçûnên dijwar diqewimin. Di tevahiya eniyê de jî şervanên YPG û YPJ’ê pêş ve diçin. Dema vê pêşveçûnê de çeteyên DAIŞ’ê darbeyên giran dixwin. Li eniya rojhilat herêma şaredariyê hema bi temamî di destê şervanên YPG û YPJ’ê de ye. Ji ber şerê bajar YPG û YPJ’ê pêşveçûna xwe gav bi gav pêk tîne û hema her roj gelek cebilxaneyên çeteyên DAIŞ’ê dikeve destê YPG’û YPJ’ê.

Fermandara YPJ’ê: Gelek noqteyên xwe hiştin û reviyan

Fermandara YPJ’ê Zîlan Kobanê ya di herêma şaredariyê de di eniya pêş de şer dike diyar kir kul i eniya rojhilat di nava 3 rojan de gelek noqte ji çeteyan hatine paqijkirin û gelek cebilxane jî desteser kirine, her wiha gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê jî di destên wan de ye. Zîlan Kobanê anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê gelek noqteyên xwe hiştine û reviyane û têkîldarî pevçûnên rojên dawî de ev agahî da: “Niha noqteyên ku em lê ne hêza çeteyan nemaye. Piranî ji dûr ve sûîqastan dikin. Bi hewanan ve êrîş dikin. Di sê rojên dawî de êrîş nekirin. Rast e, êrîşên mezin û giran pêk hatin lê heta îro hemû êrîş hatin şikandin. Berê bi baweriya çekên giran êrîş dikirin.”

Fermandarê YPG’ê Ciwan Kobanê yê di mewziyên pêş de şer dike jî destnîşan kir ku hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ve tên şikandin. Kobanê wiha berdewam kir: “Berxwedana hevalên me yên sê rojên dawî de careke din nîşan da ku çete nikarin xwe li ber berxwedana YPG û YPJ’ê de bigirin. Ev 20 roj in li derûdora şaredariyê gelek pevçûnên dijwar hene. Em jî gav bi gav pêş ve diçin. Ev j îtê wateya çete gav bi gav ji Kobanê tên paqijkirin. Li vir gelek çete hatin kuştin û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin.”

Ciwan Kobanê diyar kir ku di şerê bajar de ji encameke teqez nîn e û wiha berdewam kir: “Wisa hema di rojeke de paqijkirin nabe, di şerên bajaran de. Li vir di şerê bajar de tecrubeyên me çêbûn. Mal bi mal kolan bi kolan pevçûn diqawimin. Em jî pêş ve diçin. Di sêr ojên dawî de ji dur ve bi hewam û karnasan ve êrîş dikin. Ango em dikarin bibêjin ku di sê roj in dawî de çete hatin şikandin.”

(sa/wk)