1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG/YPJ gihişt dahmenên Girê Spî: Çeteyan 70 sivîl qetilkirin
YPG/YPJ gihişt dahmenên Girê Spî: Çeteyan 70 sivîl qetilkirin,ypg,ypj,gihişt,dahmenên,girê,spî,çeteyan,70,sivîl,qetilkirin

YPG/YPJ gihişt dahmenên Girê Spî: Çeteyan 70 sivîl qetilkirin

A+ A-

ÎBRAHÎM POLAT

RIHA (DÎHA) - Hêzên YPG/YPJ di çarçoveya Operasyona Fermandar Rûbar Qamişlo de ji aliyên rojhilat û rojava ve gihiştin dahmenên Girê Spî. Çeteyên ketine panîkê li nahiyeya nêzîk bajar a bi navê Siloqê li derdora 70 sivîl qetilkirin.

Operasyona YPG/YPJ'ê ku bi armanca azadkirina Girê Spî bi navê "Fermandar Rûbar Qamişlo" dabû destpêkirin di roja 32'yemîn de bi serkeftî berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de hêzên YPG/YPJ'ê ji aliyê rojhilat ve 73 km pêş ketin. Herî dawî gundên Regûba û Gesûm ên 40 kîlometre li rojavayê bajaroka Mebrûkayê hatin azadkirin. Bi girtina gelek gundikan jî rawestgeha dawî ya nêzîk Girê Spî, nehiyeya Siloqê bi tevahî hate dorpêçkirin. Siloq ku 8 kîlometreya dûrî Girê Spî ye û piştî girtina vê bajarokê Girê Spî dikeve dorpêça şervanan. Dengê çekan a ji ber pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyan de heta Kaniya Xezalan tê.

Ji aliyê Kobanê ve jî pêşketin heye

Ligel pêşketinên YPG/YPJ'ê yên ji aliyê Kantona Cizîrê ve, li aliyê Kobanê ve jî pêşketin berdewam dike. Bi taybetî ji aliyê rojavayê başûr ê Girê Spî ve hêzên YPG/YPJ'ê li derdora 10 kîlometreyan nêzîk bûne. Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat jî li ser xeta sînorê Rojava û Tirkiyeyê bi heman armancê ber bi Girê Spî ve pêş dikevin. Dengê çekan ji aliyê Bakûrê Kurdistanê ve jî bi hêsanî tê bihîstin. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin çeteyên DAÎŞ'ê ketine nav panîkek mezin.

Sivîlan wekî mertal bikar tînin

Çeteyên DAIŞ'ê ku darbeyên giran ji şervanan dixwin û ketine nav panîkê sivîlan wekî mertal bikar tînin. Çeteyên darbeyên giran li gundên Regûba û Gesûm xwarin ber bi Girê Spî ve direvin. Reva çeteyan ji vî aliyê sînor ve jî bi awayek zelal tê temaşekirin. Bi sedan sivîlên naxwazin bibin mertalên çeteyan û dixwazin ji zilma çeteyan xilas bibin, dixwazin birevin qadên di bin serweriya YPG/YPJ'ê û aliyê sînor ê Bakûrê Kurdistanê. Çeteyên naxwazin sivîl ji bajar derkevin, wan wekî mertalên zindî bikar tînin. Gelek sivîl heta niha bi wesayîtên xwe heta ber xeta sînor hatine û derbasî Bakur bûne. Çete dema hemwelatiyan digirin zirarê didin wan û ên nekarîn bigirin jî dest datînin ser wesayîtên wan ên li aliyê din ê sînor hiştine. Çeteyan dest danîn ser bi sedan wesayîtên hemwelatiyên hatine Gundê Badê yê li hemberî Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê. Herî dawî komek ji 6 kesan pêk tê ya çeteyan dest danî ser gelek wesayîtan.

Çeteyan 70 sivîl qetil kir

Hemwelatiyê bi navê Cesîm Benat ku 2 roj berî niha ji destê çeteyan xilas bû û gihişte aliyê Bakûr, diyar kir ku bi hinceta piştgiriya YPG'ê kirine gelek hemwelatî hatine qetilkirin. Benat diyar kir ku 70 endamên êlia Bedû li gundê girêdayî Bajaroka Siloqê ji hêla çeteyan ve hatine qetilkirin. Benat got ku çeteyên destûr nadin derketine sivîlan, kesên diravin jî gulebaran dike. Benat wiha axivî: "Çete xizmên xwe dişînin Kaniya Xezalan. Sedema vê yekê jî ew e ku îhtîmale Girê Spî di rojên pêş de azad bibe."

(eb)