YPG: Çeteyê di komkujiya Kobanê de cih girtibû xwe kuşt
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku çeteyê tevlî komkujiya Kobanê ya di 25’ê hezîranê de pêk hatibû û bi birîndarî hatibû girtin xwe kuşt.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê çeteyê ku ji aliyê şervanên YPG’ê di 25’ê hezîranê de girtibûn daxuyaniyek dan. Daxuyaniye fermiya ya li ser malpera YPG’ê wiha ye: “Çeteyên DAIŞ’ê 25’ê hezîranê li hemberî gelê me yên sivîl a Kobanê komkujiyek pêk anîbû. Temamiya van çeteyan hatibûn kuştin û hin endamên çeteyan jî ji aliye hêzên me ve hatibû girtin. Endamekî çeteyan bi navê Ahmed Hemdan ku di nava wan çeteyên komkujî pêkanî de bû, di van pevçûnan de roja 27’ê hezîranê bi awayekî birîndar ketibû destê hêzên me. Ev çete ji aliyê hêzên me ve hatiye dermankirin û piştre lêpirsîna wî hat kirin. Ev çeteyê ya bi navê Ahmed Hemdan roja 18’ê tebaxê li girtîgehê ku lê dimîne xwe kuşt.”
Di 25’ê hezîrana 2015’an carek din ji aliyê sînorê Tirkiyeyê ve çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirin wesayîtên teqemeniyê bi kar anîn, çi zarok, jin û sivîl dihatin pêşiyan wan qetil kirin û di encamê de 232 sivîl şehîd ketibûn.
(wk)