YPG’ê 13 jin û zarokên êzîdî ji DAIŞ’ê rizgar kirin
NAVENDA NÛÇEAN – Hêzên YPG/YPJ’ê 13 jin û zarokên êzîdî ku ev salek ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin rizgar kirin û birin cihekî bi ewle. Jinên êzîdî destnîşan kirin çeteyan jinên ciwan firotin û jin jî wekî kole di malan de didan xebitandin û bi darê zorê wan dikirin misilman.
Komên çete yên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên êzîdiyan di 3’ê tebaxa sala derbasbûyî revandin. Hêzên YPG’ê û di encama xebatek demdirêj de karîbûn 13 jin û zarokên zêdeyî salekê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin rizgar bikin. Koma ku hatiye rizgarkirin ji 3 jinan û 10 zarokên ku temenê wan di navbera 2 û 13 salan de ye.
Jinên ku hatine rizgarkirin diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê zilamên wan ên qebûl ne kirin bibin misilman qetil kirin, her wiha jinên zewicî û keç ji hev cûda kirin û gotin ku ew nizanin ên din bi kur ve birin, Jinan destnîşan kirin ku çeteyan jinên bi temen neçarî şertên Islamê kirin û di malan de wekî kole hatin xebitandin.
Jina bi navê Fetûma Umer ya ji gundê Koço (42) serpêhatiya xwe û hezaran jin û zarokên êzdî wiha vegot. Umer, da zanîn ku piştî pêşmergeyên PDK’ê wan bê parastin hişt û reviyan çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin ji gundê Şengalê û Şengalê revandin. Umer got ku çeteyan wan ji gundê Koço bir Tedmur (Palmêra), Reqa û gelek bajarên Sûriyê û Îraqê gerandin û wiha domand: “Dema komên çete êrîşî Şengalê kirin, me hewl da em birevin Başûrê Kurdistanê,lê komên çete riya me qut kirin û em girtin. Çeteyan em birin bajaroka Beac, em 8 rojan li wir man, paşê em birin gundê Til Benat em li wir jî 13 rojan man. Ji wir jî em vegerandin gundê me Koço, em li wir jî 3 rojan man, ji vir êdî em birin bajarê Til Efer li vir jî em mehekê man, ji Til Efer em birin Mûsilê.”
Umer, da zanîn ku li Mûsilê derdora 5 hezar jin, zarok û zilamên ku çeteyan revandibûn hebûn, li vir jin, zarok û zilam ji hev cûda kirin, jinên ciwan jî ji jinên bi temen qut kirin û wiha pêde çû: “Em nizanin çarenûsa keçên me û zilamên me çine, pişî em ji hev cûda kirin, em anîn bajarê Til Efer, em sê mehan li wir man, ji vi em birin bajarê Reqa yê Sûriyê em derdora 150 jin û zarokan bûn, em di dibistanekê de bi cih kirin, 42 kes ji me birin bajarê Tedmur (Palmêra) em li wir 20 rojan man.”
Jina bi navê Leyla Hesen (46) derbarê bûyerê de got ku çeteyan bi darê zorê ji wan dixwestin ku bibin misiliman û wiha got: “Çeteyan em revandin, gefa mirinê li me xwarin û ji me xwestin em bibin misilman. Kesên qebûl nekir hatin qetilkirin. Min porê keça xwe avîn birî û min got ku dine, armanca min ew bû ku wê bi xwe re nebin. Ji ber ku çeteyan keç bi xwe re dibirin.”
Jina bi navê Torê Şemo (45) ya ji gundê Koço dayîka 7 zarokan ji aliyê çeteyan bi 2 keçên wê yên ciwan re hate revandin. Şemo, roja revandinê xwe wiha vegot: “Em reviyan, çeteyan ji mere gotin vegerin gundê xwe û alên spî daleqînin, em nêzî we nabin. Lê dema em vegeriyan malên xwe me dît çawa zilaman qetil dikin, jinan direvînin, me careke din hewl da em birevin Başûrê Kurdistanê, li ser rê em girtin, 2 keçên min ên temenê wan 15 û 13 sal birin, keçên min pir ditirsiyan, ji min re gotin dayê em ê xwe intîhar bikin. Çeteyan ew revandin û ez nizanim çi li serê wan hatiye. Çeteyan em wekî kole bi kar tanîn. Zilamên ne hatin qetilkirin jî wekî kola di malan de û xwedîkirina pez de dihatin bikar anîn, jin jî di malan de didan xebitandin.”
Şemo, got ku dema li Reqayê bû serçeteyekî hat û 42 jin kirîn û ev tişt anî ziman: “Wî serçeteyî ez jî di nava de 42 jinên êzîdî kirîn, em birin Tedmur û li wir kesên zêde pere didan wan jinên êzdî difrotin wan.”
(dc/ra)
ANHA