1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG'ê bang li hemû kurdan kir ku tevlî tevgerê be
YPG'ê bang li hemû kurdan kir ku tevlî tevgerê be,ypg,ê,bang,li,hemû,kurdan,kir,ku,tevlî,tevgerê,be

YPG'ê bang li hemû kurdan kir ku tevlî tevgerê be

A+ A-

10:02 03.04.2014 1 / 2 NAVENDA NÛÇE (DÎHA) - Berdevkê Hêzên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, ji ber şer û pevçûnên di navbera wan û çeteyên girêdayî El-Qaîdê yê Dewleta Îslama Şam a Iraq DIAŞ'ê ji hemû kurdên derveyî Suriyê piştgirî xwest. YPG'ê hefteyek berê li hemberî êrişên DIAŞ'ê banga erkdariyê li rêxitinên kurdan kir.

Êrişên li hemberî Kantona Kobanî ya ku xweseriya xwe avakir êrişên DIAŞ'ê berdewam dike. Êrişên ku du hefte berê destpêkir û her ku diçe dijwartir dibe YPG'ê li hemberî van êrişan bang li hemû kurdên dervey Suriyeyê kir ku bila tevlî wan bin. Berdevkê Hêzên Parastina Gelê (YPG) Rêdûr Xelîl der barê şer û pevçûnên dawî yên ku her diçe dijwartir dibe de daxûyanî da El-Monîter'ê. Xelîl ji bo ku di êrişên DIAŞ'ê de drama mirovahiyê pêkneyê bang li raya gişti ya hemû cîhanê Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyê Yekbûyî jî di navde kiribû. Her wiha Xelîl, li hemberê êrişên DIAŞ'ê banga erkdariyê li hemû rêxistinên kurd YNK û PDK jî dinavde kir û rêxistinên kurd ve xwend erkaneteweyiyê. Berdevkê YPG'ê Xelîl diyar kir ku êrişên li hemberî Rojava êrişên li hemberî hemû axa Kurdistanê û hêzên kurde. Xelîl peytand ku şerê dinavbera wan û DIAŞ'ê xizmeta Hikûmeta Suriyêyê dike.

'Riha xwedî girîngiyek sembolîk û remzî ye'

Niviskarê El Monîtor Wladîmîrvan Wîlgenburg yê ku pisporê kurd balkişand ser wargeha kurdan Kantona Kobaniyê ya ku ji 15'ê Adarê heta niha ji aliyê çeteyên DIAŞ'ê ve hatî dorpêçkirin û diyar kir ku bajarê Kobaniyê di 19'ê Tirmeha 2012'an de yekemîn bajarê ku ji aliyê kurdan ve hat destxistine û ji ber wî xwedî remzek girînge. Girîngiya remza Kobaniyê bi vê xilasnabe. Di sala 2012'an de YPG yekemîn car li vê bajara hat avakirin. Bajarê Kobaniyê yekemîn bajarê ku bê girêdayîna rejîma baas hat bidestxistine. Bajarê Kobaniyê ji ber ku cîranê bajarê Rihayê cîhê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayîkbûye ye ji bo kurdan xwedî stratejîk û remzî ye.

Armanca sereke kurdan lawaz bike

Li gorî Xelîl li pişt êrişên Kobanî de du hîncet heye. Yekemîn plana belavbûna DIAŞ'ê ya herêmê din, ya duwemîn jî ji ber ku dinavbera kurdan û rejîmê de pirsgirêk hene li hemberî vê yekê kurdan lawaz bikin. Xelîl diyar kir ku li pişt perda êrişên Kobaniyê de rejîma Suriyeyê haye vê yekê bes partiyên ku nêzî PKK'ê ne nabêjin yê yekê sazûmana ku ji aliyê Mesûd Barzanî ve tê piştgirikirin Kongra Netewiya Kurdistan (KNK) jî dibêje divan êrişan de para rejîma Suriyeyê heye. Endamê KNK'ê Îsmaîl Heme jî di çarçoveyek din de li bûyerê dinêre. Li gorî Heme rejîm bi van êrişan him dixwaze DIAŞ'ê him jî dixwaza PYD'ê lawazbike. Xelîl derbarê êrişên bajarê Qamişloyê û DIAŞ'ê de wiha got: "Rejîm dixwaze kurdan lawaz bike. Rejîm di heman demê de dizane em bi çeteyên DIAŞ'ê re şerdikin. Tu guman tê de nîne ku çeteyên DIAŞ'ê bi mere şerdike û ev şer jî xizmeta rejîmê dike."

'Li pişt DIAŞ'ê de Îran û Tirkiye heye'

Xelîl diyar kir ku bi van êrişên Kobaniyê derket holê ku bandora Îranê li ser vî şerî heye û ev yek bi êrişên çeteyên DIAŞ'ê derketî holê. Xelîl balkişand ser girtina seriya û wiha got: "Ji ber ku Tirkiyeyê sinor girtine çeteyên DIAŞ'ê ji sê aliyan ve êrişên Kobaniyê dike me jî li hemberê vê yekê bang li gel kiribûn ku taku derê Hesekê û Kobaniyê vekin." Xelîl di 24'ê Adarê de bang li hemû partiyên kurd yên Îran, Iraq, Tirkiy û Suriyeyê kirbû ku li hemberî van êrişan bibin yek lê belê hata niha bersiva vê bangê nehatî. Endamê Konseya Rêveber yê KCK'ê Murat Karayilan di daxûyaniya da de wiha got: "Bi taybetî pêwiste ciwanên Rihayê tevlî YPG'ê be, pêwiste ciwanên Bakur biçin Kobaniyê û tevlî berxwedanê be." Xelîl diyar kir ku tevlîbûna gelê kurd ya bajarê Kobaniyê tevlîbûnek rewaye gelê kurd ji bo ku azad bibe têdikoşê ev rewşî rewaye û wiha got: "Ji ber ku DIAŞ li hemû cihanê li hemberî me kurdan şerdike mafê me heye ku em ji gelê xwere bêje tevlî me bibe. Di demên borî te kurdên welatên din takekesî tevlî me dibûn lê gelek kêm hêzêm me bi piranî ji kurdên vir pêktê. Lê em êdî derê xwe li hemû kurdan re vedikin ji ber ku ev şer gefan li hebûn û nebûna kurdan dixwe."

'Hêzên Barzanî dê li bin banê ala Kurdistanê de şer bike'

Serokê Kongra Netewiya Kurdistan (KNK) ya ku ji aliyê Barzanî ve tê piştgirî kirin û Partî Demokratî Kurdistan Suriye (PDK-S) Abdulhakîm Başar diyar kir ku dê ewê bi tenê li bin ala YPG'ê de ne dibin ala Kurditistanê de şer bikin. Şervana Jin ya YPG Heval Mizgîn jî diyar kir ku Barzanî sînorên di navbera Iraq û Suriyeyê girtine û dê çawa alikariya kurdan bike ev yek derveyî îtîamalêye û wiha got: " Rayedarên Rêveberiya kurdan Şoreşa Rojava qebûlnake dê çawa alikarê şoreşa Rojava bibe." Xelîl diyar kir ku ji bo ku sinorên di navbera Tirkiyeyê û Rojava bê vekirin şande şandine Tirkiryeyê lê hêj bersiv nehatî. Xelîl anî ziman ku gelê kurd yên Rojava Sînorê Tirkiyeyê wek welatê xwe dibîne lê ji vana gelek Azaz, Manbîj, El-Bab, Jarabulus û Tel Ebyad ev herêmana hemû yê kurdane lê ji aliyê rejîma Suriyeyê ve hatine bişavftin. Xelîl diyar kir ku bajarê Dêrik û Efrînê teqez yên kurdanê ev di dîrokê dejî diyare û lê herêmên din ji aliyê rejîmê ve hatine valakirin. Xelîl diyar kir ku ger ew van herêman bigre tê bi girtina herêmên Ereb û Tirkmenan bê tewanbarkirin. Xelîl anî ziman ku dema ku bajarên Tel-Barik girtine ewlahiya wî bajarê devrê aşiretên Ereban kirine û operasyonê Afrîn, Kobanî, Haseke, Halep û Rakka hatî rawestan din.

(my)