1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG’ê bersiv da Rudaw TV
YPG’ê bersiv da Rudaw TV,ypg,ê,bersiv,da,rudaw,tv

YPG’ê bersiv da Rudaw TV

A+ A-

EFRÎN - ANF Piştî nûçeya ku di malpera Rudaw TV de hate weşandin û dihat îdiakirin ku nûçegihanê wan ê Efrînê xwestiye biçe kampa penaberên Til Hasil û Tir Eranê da ku nûçeyekê çêbike, lê YPG’ê ew asteng kiriye, YPG’ê bersiv da. Rayedarên YPG’ê yên herêmê diyar kirin ku nûçe derew e û wan astengî dernexistiye.

Piştî nûçeya ku duh hatiye weşandin, Fermandariya YPG’ê ya herêma Efrînê daxuyaniyek kurt da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Nûçeya têkildarî mijarê hatiye weşandin ji rastiyê dûr e. Kampa penaberan di bin kontrola me de nîn e. Wekî hemû herêma Efrînê em parastina herêma kampê jî dikin. Lê rêveberiya kampê cuda ye. Tiştên têkildarî kampê rêveberiya wê derê eleqedar dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG’ê tu kes astengî nekiriye û wiha hat domandin: “Ger armanca wan derxistina holê ya komkujiyê ye, fermo bila prosedura fermî bi cih bînin û karê xwe bikin. Tu kes wan asteng nake.”


Bêjeyên Miftehî