YPG’ê bersiva rapora HRW’ê da
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bersiva rapora Human Rights Watch (HRW) da û diyar kir hêzên wan bi rêzdarî nêzî qanûn û yasayîn navnetewî û hevpeymanên mirovî dibin û hewl didin di hemû rewşan de li gorî wan tevbigirin. Fermandariyê soz da ku wê bi hemû hêza xwe binpêkirinên ku bi awayekî kesayetî têne kirin tesbît bike û rabike.
Fermandariya Girşî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bersiva rêxistina navnetewî ya Human Rights Watch da.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye:
“Rêxistina Human Rights Watch 15’ê tîrmehê raporek weşand û hêzên me tewam bar kir ku kesên temenê wan kêmî temanê yasayên şere, bikar tîne. Em wekî hêzên YPG’ê bi rêzdariyeke mezin nêzî rapora Human Rights Watch, hewldanên wan ên pêkanîna qanûnên mirovî yên civaka navdewletî ya azad û xwesteka wan ku hêzên me van qanûnan pêk bînin dibin. Rewşên ku di raporê de bal hate kişandin ser em ê bişopînin, hin tişt hene mijara disipilînê ne û em wan derbas bikin.
Tevî ku di raporê de tê gotin di peymana di navbera hêzên me û Banga Cinêv de hatiye morkirin de pêşketin heye, di heman demê de di raporê de bal hatiye kişandin ser êrîşên hovane yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û hate gotin ku di êrîşên xwe de bêyî cûdahiyê bixin navbera zarok, jin, kar û pîran de, her wiha navbera şervanan de di şerê xwe yê vekirî li dijî gelê me û xaka me tê kirin de hemû qanûnên şer têne binpêkirin.
Tevî hemû êrîşan me peyman di navber xwe û Peymana Banga Cinêv ji bo kesên temenê wan kêmî temenî qanûnî tevlî beşdar nebin, îmze kir. Em di vir de dibêjin beşdarbûna hin rewşên kesayetî ku li derveyî siyaseta hêzên me ya giştî têne kirin, lê hêzên me tekane hêza ku li ser erdê gavên erênî pêk anîn, tevî rewşa Sûriyê û nakokiyên têne jiyankirin li ber çavê her kesî ye. Hêzên me kesên îsbat bû temenê wan kêmî temenê qanûniye ji endametiyê derxistin an jî navendên wan ên taybet hatin vekirin û li deverên dûrî cihên şer hatin bi cihkirin. Yan jî bi cezakirina hin fermandarên binpêkirin dikirin û peymana hêzê me izekiriye binpêkirine.
Em wekî tekane hêza li Sûriyêne ji rêxistinên mirovî û hiqûqî re vekirine û bi awayekî vekirî bi wan re di nava hevkariyê de ye de ne û ji bo em bigêjin rewşek baştir. Em tekez dikin ku emê li gorî peymanên me îmze kirine, tevbigirin û tevî zehmetiyên li pêşiya me, me bal kişand ser çanda civakî û rewşa aborî derdikeve. Herwiha şerê bi komên çete yên terorîstên herî xeter di cîhanê de, lê carek din em bi rêzdarî nêzî qanûnan dibin û em ê li gorî lîsteyên mafê mirovan û di rewşên awerte de jî gelê me jiyan dike û tevî êrîşên tunekirinê jî, careke din em li cîhana azad dinêrin ku destê alîkariyê dirêjî me bikin da em bi hev re karibin rewşeke saxlem bafirînin da ku em hemû kêmasiyên pêkanîna zagon û yasayên azad û demokratîk bêne rakirin.”
(rn)