YPG'ê derbeyek giran li çetayan da: 55 kes hatin kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di pevçûnên li herêmên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Girklê Legê û Til Ebyadê komên çete li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin didin. Hate ragihandin ku heta niha 55 endamên komên çete hatine kuştin. Êrîşên çeteyan ên li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê jî didomin.
Li gorî nuçeya Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) yê hate diyarkirin ku li herêma Girkê Legê, pevçûn li der dora gundê Girhok ku wekî baregeha komên çete tê bikaranîn û gundê Elî Axa dom dikin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de zêdetirî 20 endamên çeteyan hatine kuştin û gelek ji wana jî reviyan e. Her wiha hate gotin ku tangek komên çekdar jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye dorpêçkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li Til Ebyadê şevêdin şer û pevçûnên dijwar çênebûn, lê cîh bi cîh pevçûnan dom kir. Hate ragihandin ku pevçûn li dora gundên Elî Kendan û Girê Sor dom kirin. Her wiha hate gotin ku 2 endamên komên çekdar ku li nêzî gundê Til Xidir hewl didan mayînan deynin, di encama teqînê de hatine kuştin.
Pevçûnên li herêma Tirbespiyê jî li dora gundê Til Îd saet di 01.00’an heta serê sibehê dom kir. Her wiha li gundê Taya pevçûnan cîh bi cîh dom dikin.
Li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên girêdayî Helebê êrîşên komên çete yên li dijî welatiyên sivîl didomin. 350 welatiyên sivîl hîn jî di destê van koman de ne. Di êrîşên 2 rojên dawî de zêdetirî 70 welatiyên ku zarok, jin û pîr jî hene bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Li bajarê Serêkaniyê jî piştî êrîşa serê sibehê ya komên çekdar, di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de 35 êrîşkar hatibûn kuştin.
Di encama darbeyên giran yên YPG'ê de, di nava du rojan de bi giştî 55 endamên çeteya Eniya El Nusra hatin kuştin.
(lg)